Leşkerê li Şaxê birîndar bûyî mir 2022-10-14 08:52:09   WAN - Çawişê pispor Kurşat Sert ku li çoltara navçeya Şaxê birîndar bûbû, mir.    Di navbera leşkerên ku li çoltara navçeya Şax a Wanê û navçeya Perwarî ya Sêrtê derketin operasyonê û endamên HPG’ê de peçvûn derket. Di pevçûnan de gelek leşker birîndar bûn. Ji leşkerên birîndar ên rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê çawişê pispor Kurşat Sert, mir. Hat zanîn ku operasyona li herêmê didome û li çendek deveran pevçûn hêj berdewam in.