ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-14 09:00:09     * Waniyan diyar kir ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên desthilatê bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane û gotin ku êdî nan jî bi dest wan nakeve û ji ber budçeya ji bo şer hatiye veqetandin welat di vî halî de ye.    * Li ser bedena Suphan Çabûkê ku li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê hatibû qetilkirin, dewsa îşkenceyê hat tespîtkirin. Ajansa Mezopotamyayê jî bi dîmen û wêneyan îşkenceya hatiye kirin bi belge kir.   * Rojnameya Xwebûnê bi gelek nivîskaran dest bi weşana xwe ya nû kir. Xwediye Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen got ku ew ê geşedanên li Kurdistan û cîhanê bi kurdî berbiçavtir bikin.    * Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ku bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş, bang kirin ku girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin demildest bên berdan.    * Dayikên ku zarokên wan li Cizîrê di dema qedexeyên derketina derve de hatine qetilkirin, bertek nîşanî "mîhrîcana" ku dê ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê ve li Parka Mem û Zîn bê lidarxistin dan û gotin: "Di bin wê parkê de hestiyên zarokên me hene. Dê çawa li ser hestiyên wan stran bibêjin û bireqisin?"    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar, di roja 585’emîn de berdewam dike.    * Danişîna doza derbarê Onûr Gencer ê di êrişa li dijî Rêxistina HDP’a Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kiribû de hatiye vekirin dê li Kampusa Girtîgeha Şakran a Alîaga bê dîtin. (10.00)   * Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI), dê di malovaniya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) de li Amedê Civîna Çapemeniya Azad li dar bixe. (11.30-12.30)   * Komeleya 78’an ji bo ku Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bikin muze wê li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan wê li Îdirê bi gel re bicive. (10.30) ZINDÎ