Li ser bedena Çabûkê li girtîgehê hatibû qetilkirin şopên îşkenceyê hatin dîtin! 2022-10-14 09:03:09   AMED - Li ser bedena Suphan Çabûkê ku li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê hatibû qetilkirin, dewsa îşkenceyê hate dîtin. Ajansa me jî bi dîmen û wêneyan îşkenceya hatiye kirin bi belge kir.   Endamê HPG’ê Suphan Çabûk (Bager Amed) di sala 2016’an de, di dema şerê xwerêveberiyan de hatibû girtin û 4 salan di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de mabû. Çabûk, di 16’ê Kanûna 2020’an de sirgûnî Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê ya Tîpa L'yê hatibû kirin. Piştî 6 salên girtîgehê Çabûk pêr li Girtîgeha Kalkandereyê hatibû qetilkirin. Malbat û xizmên Çabûk piştî qetilkirina wî bihîstin, ber bi Rîzeyê ve bi rê ketibûn û cenaze ji Saziya Tiba Edlî (ATK) wergirtibûn û anîbûn Pasûra Amedê.   Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê Mehmed Gunduz û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Pasûra Amedê jî hevrêtî bi malbata Çabûk re kiribûn. Cenazeyê Çabûk duh derengê şevê ji Saziya Tiba Edlî hatibû wergirtin û serê sibehê saet piştî 9'an gihaştibû Amedê. Li Pasûrê cenazeyê Çabûk bi girseyî û bi berzkirina dirûşmeyan hatibû pêşwazîkirin.    ÎŞKENCEYA LÊ HATIYE KIRIN BI DÎMENAN HAT BELGEKIRIN   Di dema şûştina cenazeyê Çabûk de em Ajansa Mezopotamyayê jî li wir bûn. Di dema şûştinê de li ser bedena Çabûk dewsa îşkenceyê hebû. Me ev îşkence bi dîmen û wêneyan bi belge kir. Hêla çepê ya zikê Çabûk hatibû xêzkirin û reş û şîn bû. Her wiha milê wî yê çepê û destê wî jî mor bûn.    Malbat li benda rapora otopsiyê ye.    MA / Mahmût Altintaş