Rêxistinên mafên mirovan: Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin 2022-10-14 09:03:59   AMED - Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ku bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û bang kirin ku girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin demildest bên berdan.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bal kişandin ser neberdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tên şewitandin û cenazeyên ji girtîgehan derdikevin. Nûnerên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê bang kirin ku girtiyên nexweş demildest bên berdan.    MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN   Parêzara OHD’î Halîse Dakali diyar kir ku siyaseta Tirkiyeyê her tim bûye cihê binpêkirinên mafan ên gelekî mezin û ji cihên ku desthilat wan wekî haleteke çewisandinê bi kart tîne yek jê jî girtîgeh in. Dakali bilêv kir ku gava ew li rewşa girtigehan dinêrin, dibînin ku herî zêde maf li girtîgehan tên binpêkirin. Dakali bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got ku bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin û her wiha bi biryarên desteyên çavdêrî û îdareyê yên girtîgehan jî înfazên girtiyan bi awayekî kêfî tên şewitandin û mafê "berdana bişertî" jî esas nayê girtin.   Dakali destnîşan kir ku bi raporên ATK'ê yên dûrî zanistê û objektîfbûyînê berdana girtiyên nexweş tê binpêkirin û got ku ew vê yekê di helwesta li hemberî Aysel Tûglûkê û Mehmet Emîn Ozkan de bi awayekî berbiçav dibînin.    Dakali diyar kir ku li gel rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" ya ATK'ê, ji bo berdana girtiyên nexweş serî li mdiûriyeta polîsan jî tê dayîn û midûriyet jî wan wekî "talûke ne ji bo civakê" dinirxîne û got ku ev yek bi tena serê xwe binpêkirineke herî mezin e.   Dakali destnîşan kir ku mafê xwegihandina tenduristiyê jî tê astengkirin û wiha got: “Gava girtî diçin revîrê an jî nexweşxaneyê, ji ber ku nêzîkatiyên dijmirovî qebûl nakin mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Her wiha xwegihandina wan a revîrê jî, bi gelek astengiyan re rû bi rû dimîne. Çendî daxwaznameyan didin û haya îdareya girtîgehê pê dixin jî, dîsa jî muayeneyeke baş nayê kirin û bi vî awayî mafê wan ê xwegihandina tenduristiyê bi awayekî cidî tê binpêkirin."    FERZKIRINA MUAYENEYA BI AWAYÊ KELEMÇEKIRÎ   Nûnerê TÎHV’ê Parêzer Mûrat Aba jî destnîşan kir ku divê li girtîgehan xwegihandina mafê tenduristiyê neyê astengkirin. Aba anî ziman ku lê belê girtî ji vî mafî tên bêparkirin û wiha got: "Em bi nameyên girtiyan bi binpêkirinên mafan dihesin. Dixwazin biçin nexweşxaneyê, lê sewq 2-6 mehan bi derengî tê xistin. Li nexweşxaneyê jî muayeneya bi awayê kelemçekirî li gelek girtiyên nexweş tê ferzkirin."     ‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'   Aba bilêv kir ku ATK li gor normên zanistê biryaran nade û wiha got: "ATK bi raporên xwe dibe sedema mirina girtiyan. Piraniya van kesan j girtiyên nexweş in. Lê dîsa jî ATK rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide. Lewma divê her sazî û her ferd li ber vê yekê dengê xwe bilind bike."    TENDURISTÎ DIVÊ ESAS BÊ GIRTIN   Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Jiyan Ormanli jî diyar kir ku li nexweşxaneyan ferzkirina muayeneya bi awayê kelemçekirî û lêgerîna li hundirê dev astengiya herî mezin e li ber xwegihandina mafê tenduristiyê. Ormanli destnîşan kir ku divê rewşa tenduristiyê ya girtiyan esas bê girtin û bên berdan.    Her wiha Ormanli destnîşan kir ku divê karbidestiya "efû"yê ya Serokkomar Erdogan jî bêalî be.