Xelkê Amedê: Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake 2022-10-14 09:54:11   AMED - Xelkê Amedê diyar kir ku tiştekî ku êdî Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan li Amedê bibêje nema ye û wiha got: “Ev 10 sal in Erdogan li Amedê vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake. Li Amedê diaxive û diçe Enqereyê ji bîr dike.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan sibe tê Amedê. Tê payîn ku Erdogan li Qada Îstasyonê tev li “Merasîma Vekirina Komî” û li Sûrê jî beşdarî “Mîhrîcana Sûrê” ya ji hêla qeyûm ve tê organîzekirin bibe. Xelkê Amedê têkildarî hatina Erdogan bi ajansa me re axivî û gotin ku tu hêviyeke wan ji hatina wî nîne.    Ji ciwanên Amedê Delîl Çelîk got ku tu wateyê nade serdana Erdogan û Erdogan ciwanan tenê weke hêza kar a erzan dibîne. Bi domdarî Çelîk bal kişand ser krîza li welêt û wiha got: “Derdê Erdogan, rayî ne. Erdogan tu carî kurdan nafikire. Tenê di dema hilbijartinê de tên bîra wî. Dema hilbijartin nêz dibe, dibêje ez ê wiha bikim nizanim çi bikim. Lê piştî hilbijartinê li holê xuya nake. Ez naxwazim bê Amedê. Ji bo xapandina gelê kurd tê vê derê. Ji roja bûye desthilatdar heta niha tu projeyek pêşkeş nekiriye. Ji bilî pir û rêyan, tu projeyeke wî nîne. Ji xwe her hatin û çûna ser van piran jî 200 TL ne.”    TU BENDEWARIYEKE GEL JÊ NÎNE    Welatiyê bi navê Îshak Say jî destnîşan kir ku Walîtiya Amedê bi sedema hatina Erdogan, ji wan re peyam şandine û wiha qal kir: “Dewlet û walîtî min pir difikirin, bi rastî jî gelek hestiyar bûm. Tu bendewariyeke xelkê bajêr ji Erdogan nîne. Bendewariyeke min bi xwe nîne. Beriya niha jî gelek caran hat lê tiştek neguherî. Tu hêviyeke me ji pêşerojê nema ye. Xeyalên me hebûn lê bi saya wan ew jî neman.”    CIWAN BI BERTEK IN    Ji jinên ciwan Dîlan Yalçin jî bal kişand ser krîza aborî û pirsa “Erdogan çima tê?” kir. Bi domdarî Yalçin, got ku ciwan nikarin perwerdeyeke baş bibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha di aboriyê de jî tu pêşketin nînin. Divê ciwan li dijî van tiştan dengê xwe bikin. Ez rojane gelek saetan dixebitim lê nikarim pêdiviyên xwe jî pêşwazî bikim. Hatina Erdogan a vê derê dê ji vê saetê û şûnde tiştekî neguherîne. Bi hatina wî em ê keyfxweş nebin.”    BILA BIÇE BEHRA REŞ    Têkildarî mijarê esnafê bi navê Davût Tarkan jî bi lêv kir ku naxwaze Erdogan bê Amedê û wiha bertek nîşan da: “Ma Erdogan heta niha çi kiriye? Hemû kes bi hêviya wijdana selefxuran hiştiye. Xêr û bêra welêt dide alîgirên xwe. Ma heta niha ji bo tevahiya Tirkiyeyê çi kiriye ku dê li Amedê tiştekî bike? Çi karê Erdogan li Amedê heye? Bila biçe Behra Reş. Li wir çi dixwaze bila bike.”    MEBESTA SERDANÊ HILBIJARTINE    Ji welatiyan Ozan Yildiz jî diyar kir ku mebesta Erdogan a ji serdana Amedê hilbijartin e û wiha pê de çû: “Di dema hilbijartinê de hemû kes tê vê derê, diaxive û diçe. Dê dîsa were Amedê û bibêje; ez nizanim wiha bikim nizanim çi bikim. Piştre jî dê biçe. Her gav heman tişt. Dibêje ku dê li Amedê her cureyeke projeyan pêk bîne lê tiştekî ku diguhere tune ye.”    DI HILBIJARTINÊ DE BERÊ XWE DIDE AMEDÊ   Zulkuf Laçîn jî got; “di dema hilbijartinê de hemû rê ji Amedê re derbas dibin” û wiha qala hatina Erdogan kir: “Di her hilbijartinê de rêya Erdogan jî bi Amedê ket. Lê tiştek nekir. Li vir girtîgeh çêkirin. Erê rast e xizanî û birçîtî li her derê heye lê li Amed û bajarên derdorê hîn bêhtir e. Nelirêtî û bêkarî pir zêde bûye. Lewma ne bawerim serokkomar bikare tiştekî li vir bike. Herî zêde dikare zehmetiyên em dikişînin vebêje. Ev 20 sale desthilatdar e lê hêjta dibêje ‘em ê nelirêtiyê ji holê rakin.’ Sedema vê nelirêtiyê jixwe ew in. Heke sedem ew bin, gelo dê çawa ji holê rakin? Em naxwazin Erdogan bê Amedê.”    ‘DI DEMEKÊ KU NAN BÛYE 7 TL DÊ ÇIMA BÊ VÊ DERÊ?’    Firinvan Alî Yaşar jî diyar kir ku ew naxwaze Erdogan bê Amedê û sedema wê wiha vegot: “Telîseke ard bûye 550 TL. Nan niha bi 7 TL’an e. Başe Erdogan were çi? Dema ku bihayê nan neket, dixwaze ne carekê lê bi hezaran caran were Amedê lê vala ye. Em naxwazin were. Îşala di hilbijartinên 2023’yan de aramî bikeve vî welatî.”    Ji xelkê bajar Alî Sert jî da zanîn ku Erdogan tê li Amedê diaxive lê dema diçe Enqereyê her tiştekî ji bîr dike. Sert, daxuyand ku Erdogan ev 10 sal in vekirinên komî dike lê li holê tiştek xuya nake û axaftina xwe wiha qedand: “Dê were heman tiştan bibêje û piştre biçe.”    MA / Eylem Akdag - Mujdat Can