Li Amedê hejmara binçavkiriyan zêde bû 2022-10-14 10:04:13   AMED - Hejmara kesên li Amedê di serdegirtinan de hatine binçavkirin derket 8'an. Hate hînbûn ku derbarê 30 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.    Polîsan beriya serdana Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan a roja şemiyê li Amedê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de di serdegirtinan de stranbêj Sarya Ertaş, Zîlan Dag, Berdan Çelîk, Mazlûm Kardaş, Davût Çavûş, Bedrî Çîftkûran, Fermandar Kardeş û Ferît Bademkiran hatin binçavkirin. 8 kesên ku bi hinceta derbarê wan de "îxbar" heye hatine binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.    Hate ragihandin ku derbarê 30 kesan de biryara binçavkirinê heye. Hate hînbûn ku li ser dosyayê biryara nepen heye û dozgeriyê têkildarî mijarê agahî nedaye parêzeran.