Wesayîta parlamenterên HDP'î qeza kir 2022-10-14 11:05:53   ENQERE - Wesayîta ku parlamenterên HDP’ê tê de bûn û texsiyek li hev qelibîn û di encama qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da.    Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê ragihand ku wesayîta ku parlamenterên wan tê de bû û texsiyeke bazirganiyê li xaçerêya Mîllî Kutuphane ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê li hev qelibî ne. Hat zanîn ku di encama qezayê de ajokarê texsiyê jiyana xwe ji dest da.    Daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê wiha ye: “Îro di danê sibehê de parlamenterên me Omer Ocalan, Dêrsim Dag, Nûsrettîn Maçîn û endamên partiya me dema bi wesayîta partiyê ber bi balafirgehê ve diçûn, li xaçerêya Mîllî Kutuphaneyê qeza kir. Wesayîta partiyê û texsiyeke bazirganiyê li hev qelibîn. Di encama qezayê de parlamenterên me bi sivikî birîndar bûn. Me bi xemgînî bihîst ku tevî hemû hewldanan jî ajokarê texsiyê jiyana xwe ji dest daye. Parlamenterên me li nexweşxaneyê di muşahedeyê de ne.”