‘Qanûna sansûrê’ bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin 2022-10-14 11:26:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Temamiya teklîfa “qanûna sansûrê” di Desteya Giştî ya Meclisê de bi dengên AKP-MHP’ê hat erêkirin.    Hevdîtinên sererastkirinên nû yên medya enternetê û medyaya dîjîtal ku di raya giştî de wek “qanûna sansûrê” tê pênasekirin, li Desteya Giştî ya Meclisê bi dawî bûn. Teklîfa qanûnê di Meclisê de bi dengên AKP û MHP’ê hat erêkirin û bû qanûn.    CEZAYÊ HEFSÊ    Di nava 40 xalên qanûnê de herî zêde xala 29’emîn tê nîqaşkirin. Xala qala wê tê kirin wiha ye: “Her kesê ku di derbarê ewlekariya hundir û derve, nîzama giştî û tenduristiya giştî ya welat de, bi awayekî ku ji bo têkdana aramiya giştî, tenê ji bo afirandina fikar, tirs û panîkê di nav gel de, bi awayekî eşkere agahiyên derew belav bike, ji salek heta sê sal cezayê girtîgehê bê birîn.”    Li gorî madeyên qanûnî, malperên nûçeyan ên înternetê dê di çarçoveya weşanên perîyodîk de cih bigirin. Serlêdana karta çapemeniyê dê ji Midûriyeta Ragihandinê re bê kirin û wek belgeya nasnameya fermî bê qebûlkirin. Kesên ku daxwaza karta çapemenîyê dikin, divê temenê wan 18 salî temam bikin, bi kêmanî lîse yan jî saziyek perwerdehiyê ya wekhev qedandine û ji xizmetên giştî neyên sînordarkirin an qedexekirin.   Hemû malperên nûçeyan neçarin ku naveroka ku diweşînin veşêrin. Biryara rakirina ji bo naverokekê dê hemû malper û platforman hilde çarçoveya xwe. Ji bo vekirina ofîseke Tirkiyê û xwedî nûnerekî Tirkiyê pêwîstî bi torên civakî heye. Heke nûner kesekî xwezayî be, divê ev kes li Tirkiyê rûniştîbe û hemwelatiyê Tirkiyê be.