Cezayê disiplînê yê li 4 jê rojnameger li 36 jinan hatiye birîn hat betalkirin 2022-10-14 11:36:21   AMED - Cezayê disiplînê yê li rojnameger Safiye Alagaş, Neşe Toprak, Remziye Temel û Elîf Ungur jî di nav de li 36 jinan bi sedema çalakiya greva birçîbûnê hatibû birîn, hat betalkirin.    Rojnameger Safiye Alagaş, Neşe Toprak, Remziye Temel û Elîf Ungur jî di nav de, jinên li Girtîgeha Jinan a Amedê li dijî binpêkirinan di 12’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Rojnameger jî di nav de bi giştî li 36 girtiyên jin bi îdiaya “ji bo girtiyên din bûne mînakên xerab” cezayê disiplînê hat birîn. Jinên girtî, ji ewil daxwazên xwe bi rêya daxwaznameyekê ji rêveberiya girtîgehê re şandin û piştre jî ketibûn greva birçîbûnê. Rêveberiya girtîgehê jî derheqê çalakvanan de lêpirsîna disiplînê da dest pêkirin û îdia kir ku “li girtîgehê rewşeke ku rê li ber greva birçîbûnê veke tune ye.”    Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Amedê binpêkirinên ku girtî neçarî greva birçîbûnê kirin red kir û bi hinceta ku bo girtiyên din dibin mînakên xerab û ketine greva birçîbûnê ceza da Fatma Gul, Kader Baysal, Hanim Îş, Zeray Yuksekbag, Perîhan Karaman, Hîlal Olmez, Gulan Elma, Şîlan Yilmaz, Fethiye Okçîçek, Emîne Kaya, Safiye Alagaş, Remziye Temel, Hanim Rençber, Elîf Ungur, Neşe Toprak, Zelîha Kocaman, Evîndar Ozcan, Dîlan Dag, Rozerîn Soyler, Emîne Abîş, Esengul Kiliç, Betûl Unsal, Bêrîvan Ozdemîr, Sevîm Akdag û Fîlîz Işik ku heta mehekê nekarin tev li hinek çalakiyan bibin.    Rêveberiya girtîgehê ceza da Zelal Bîlgîn, Sevîl Agkaya, Nûray Çelîk, Elîf Denîz, Yuksel Almas, Zerîfe Can, Bêrîtan Yaşar, Melek Evren, Evrîm Tokmak, Selma Yilmaz û Mukadder Yildiz Okalin ku nekarin heta mehekê di karên biheq de bixebitin.   BIRYARÊN AYM’Ê HATIN BIBÎRXISTIN    Parêzeran li dijî cezayê disiplînê li Dadgeriya Înfazê ya Amedê îtîraz kir. Jinan, parastina xwe bi kurdî kirin û diyar kirin ku di çarçoveya mafê qanûnî de dest bi greva birçîbûnê kirine. Ji parêzeran Adîle Salman got: “Dadgeriya we di dosyaya hejmar 2022/14486’an de biryarên Dadgeha Makeqanûnê (AYM) yên ji bo Nasrûllah Kuran û Mehmet Ayata esas girtin û di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de nirxand û îtîraz qebûl kir. Di çarçoveya heman bûyerê de, miwekîlên me jî di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de mafên xwe yên qanûnî bi kar anîn û ketin greva birçîbûnê. Em dixwazin di vê çarçoveyê de cezayê disiplînê yê li miwekîlên me hatiye birîn were betalkirin.”    Parêzer Resûl Temûr jî da zanîn ku rêveberiya girtîgehê biryara AYM’ê paşguh kiriye û wiha got: “Biryarên AYM’ê hatine paşguhkirin û bi hinceta ku bo girtiyên din nebin mînakên xerab, cezayê behsa xeberê hatiye dayîn. Lê belê di biryarên AYM’ê de jî ev mijar weke mafê azadiya xweîfadekirinê de hatiye nirxandin. Lewma jî em dixwazin cezayê hatiye dayîn bê betalkirin.”    CEZAYÊ DISIPLÎNÊ HAT BETALKIRIN    Dozger jî cezayê hatiye dayîn weke biryareke rast dît û xwest îtîraz bên redkirin.    Dadgeriya Înfazê jî daxwaza betalkirina cezayê disiplînê nirxand û çalakiya greva birçîbûnê di çarçoveya mafê azadiya xweîfadekirinê de nirxand. Dadgeriyê, cezayê disiplînê yê rêveberiya girtîgehê betal kir.