Parêzeran nagirin danişîna Denîz Poyrazê 2022-10-14 11:38:03   ÎZMÎR - Parêzerên xwedî belgeyên raye û xebatkarên çapemeniyê yên ji bo danişîna doza derbarê Onûr Gencer ê Denîz Poyraz li Îzmîrê qetil kir, hatine Kampusa Girtîgeha Şakranê, bi biryara şandeya dadgehê nagirin eywana danişînê.    Beriya danişîna 6’emîn a derbarê Onûr Gencer ê di êrişa li dijî Rêxistina HDP’a Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kiribû de hatiye vekirin li ber Kampusa Girtîgeha Şakran a Alîaga daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê ji kujeran hesab bipirsin, wê faşizm têk biçe aştî pêk were” hate vekirin û dirûşmeyên “Denîz Poyraz serhildana me ye”, “Soza me ya Denîzê wê bibe aşitî” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin berzkirin. Malbata Denîz Poyraz, parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Serpîl Kemalbay, Şevîn Coşkûn, Alî Kenanoglû û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.    Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî yê di daxuyaniyê de axivî bi lêv kir ku veguhestina dozê ya li Alîaga li ser daxwaza Onûr Gencer pêk hat. Çepnî, destnîşan kir ku dozê veguhêzin ku derê bila veguhêzin wê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin û wiha got: “Em bûyerê hinekî bînin bîra xwe. Kujer bi mehan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal nivîsandibû ku li dijî HDP'ê plana komkujiyê dike. Bi organîzasyona dewletê re birin Sûriyeyê û ji aliyê SADAT'ê ve hatibû perwerdekirin. Ji bo wergirtina ruhseta çekê 28 caran li Mudiriyeta Polîsan a Îzmîrê geriya. Beriya komkujiyê li otelên luks wext derbas kir. Di vê pêvajoyê de bi awayekî vekirî bi raya giştî re parve kir ku wê di nava vê pêvajoyê de çi bike. Lê rayedarên dewletê yên ku digotin, “Haya me ji çûka difire jî çêdibe” kujer ferq nekirin. Çenteyê kujer ku dema ket hundirê avahiyê li cem wî bû, di qeydan de nîne û nayê zanîn di hundirê wî de çi hebû. Kujer tenê 18 saetan di binçavan de ma. Dema karkerek li mafê xwe digeriya dihate binçavkirin, bi rojan di bin çavan de dima. Lê kujerekî bi vî rengî di 18 saetan de hate girtin. Li ser cînayetê pirsek bi tenê jî nehat kirin. Tevî delîlên şênber jî hewl dan bûyerê nixumînin.”   SEROKÊ PEYWÎRDAR   Çepnî, diyar kir ku serokê dadgehê ku doz bi lez û bez revand Şakranê rûniştina parêzeran a li cihê wan jî astengkir û wiha berdewam kir: “Êrişî birayê Denîz Poyraz hate kirin. Serokê di çarçoveya planekê de hatiye tayînkirin, peywîra xwe bi cih anî. Ev peywîr faşîzmê da wan. Ev komkujî sûcekî organîze ye û di nava dewletê de hatiye organîzekirin. Ev qetilkirin ne qetilkirineke ji rêzê ye. Yek ji pirsgirêkeke bingehîn a welatî ye. Divê hemû hêzên azadiyê zêdetir li vê danişînê xwedî derkevin. Denîz Poyraz rûmeta me ye. Em ê hesaba hemû komkujiyan bipirsin.”   PARÊZERAN NAGIRIN DANIŞÎNÊ   Piştî daxuyaniyê parêzer û girse derbasî eywana danişînê bûn. Bi biryara dadgehê parêzerên xwedî belgeya rayeyê nagirin hundir. Şandeya dadgehê lîsteya kesên ku tev li danişînê bibin amade kir û biryar da ku tenê kesên tev li dosyayê bûne û parêzerên ku vekaletan wan heye bigirin danişînê. Tevî ku di dosyayê de biryara darizandina girtî heye jî hevdîtina parêzeran a ji bo vê biryarê didome.