‘Qanûna sansûrê’ di medyaya cîhanê de bimetirsî hat dîtin 2022-10-14 12:10:14 ENQERE - “Qanûna sansûrê” ya ku li Meclisê hat erêkirin di çapemeniya dinyayê de wek “qanûna bêdengkirina muxalefetê” hat dîtin.    Hevdîtinên sererastkirinên nû yên medya enternetê û medyaya dîjîtal k udi raya giştî de wek “qanûna sansûrê” tê pênasekirin, li Desteya Giştî ya Meclisê bi dawî bûn. Teklîfa qanûnê di Meclisê de bi dengên AKP û MHP’ê hat erêkirin û bû qanûn.   “Qanûna sansûrê” ku li Meclîsê hat erêkirin, di medya cîhanê de jî bû mijara rexeneyê.    Deutsche Welle (DW) nûçeya bi sernavê "Tirkiye ji bo 'dezenformasyon' cezayê hefsê tîne” amade kir û got: “Ji bo pêvajoya hilbijartinê dixwazin bandorek bi tirs çêkin.”    abcNEWS bi sernavê “Di parlamentoya tirk de ji bo têkoşîna dezenformasyonê pêşnûmeya qanûna binîqaş hat erêkirin” serwîs kir û bal kişand ser prostestokirina qanûnê ku ji aliyê muxalefetê ve pêk tê.   Middle East Eye jî nûçeya bi sernavê “Tirkiye ji bo ‘agahiya xelet’ û ‘nûçeya sexte’ qanûna ku cezayê hefsê dide erê kir” belav kir û got: “Beriya hilbijartinê AKP naxwaze encaman bibîne, ev encama anketan e.”    Reutersê jî nûçeya bi sernavê “Parlamentoya Tirkiyeyê qanûna medyayê ku ku 'dezenformasyon' diweşînin diavêj hefsê, erê kir” ji aboneyên xwe re serwîs kir û qanûn ji xêrnexwaziya dadgehan re vekirî ye û tê xwestin muxalefetê bi vê qanûnê têk bibin.