Di doza Denîz Poyrazê de êrişî parêzeran kirin 2022-10-14 12:36:50   ÎZMÎR - Di danişîna doza derbarê Onûr Gencer ê Denîz Poyraz qetil kir hatiye vekirin de parêzeran negirtina eywanê ya parêzerên biwekalet û rojnamevanan şermezar kirin. Cendermeyan êrişî parêzer kirin.    Li bende mayîna li ber Girtîgeha Şakranê ku doza Onûr Gencerê di êrişa li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de Denîz Poyraz qetil kir lê tê dîtin, didome. Parêzerên biwekalet û rojnamevanan nagirin hundir. Hate diyarkirin ku parêzerên dozê û parlamenter nikarin bi telefonên xwe bikevin eywana danişînê. Li ser vê yekê li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.    Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, bi lêv kir ku şandeya dadgehê du roj in ji bo daxwazên kujer bi cih bîne her tiştî dike û wiha got: “Biryara ku parêzerên bi belgeya rayeya taybet negirin hundir heye. Ev li gorî CMK’ê sûc e. Em li dijî vê dengê xwe derxînin, em bang li Wezareta Dadê dikin, hûn ji bo edaletê bi cih bînin, an ji bo fermanên kujer Onûr Gencer pêk bînin hene? Hûn nikarin ketina me ya hundir asteng bikin.”   ‘HEWL DIDIN LI SER DOZÊ BIGIRIN’     Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay jî anî ziman ku parêzerên bi belgeyên raye û xebatkarên çapemeniyê nagirin hundir, cihazên elektronîk yên parêzerên dozê jî nagirin hundir, bêyî belgeya HDP’ê, HDP’iyan jî nagirin hundir û wiha got: “Lîsteyek heye, lîsteyeke biçûk û keyfî. Dibejin ‘Em dixwazin li ser qetilkirina Denîz Poyraz bigirin, polîtîkayên bêcezatiyê dişopînin hûn çi bikin bikin’. An divê parêzer, em û çapemenî li wir be an jî biryara girtinê aşkere bikin ku em bibînin. Em vê biryarê qebûl nakin, ev sefaleta hiqûqê ye. Em ji vir jî naçin.”     CENDERMEYAN ÊRIŞ KIR   Piştî daxuyaniyê parêzeran hewl da bikevin hundir lê cendermeyan bi ava şid mudaxileyî parêzeran kirin. Mudaxile didome, parêzer bi berzkirina dirûşmeyan bersiv didin.