Parlamenter Semra Guzel sewqî Kandirayê hate kirin 2022-10-14 12:50:43   STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê hate kirin.     Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel piştî di Lijneya Giştî ya Meclisê parêzbendiya wê hate rakirin di 2’yê îlonê de li Stenbolê ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê hatibû binçavkirin. Guzel dû re hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê. Hate hînbûn ku Guzel ji Girtîgeha Sîlîvriyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê hatiye kirin.     Guzel, li Girtîgeha Sîlîvriyê nêzî mehekê tena serê xwe di qawişekê de mabû û daxwaznameyên di vê pêvajoyê de şandibûn bê bersiv hatibûn hiştin. Guzel bi girtiyên din re jî dernedixistin aktîvîteyên hevpar û faksên ku şêwirmendên Guzelê xwestin ji parlamenteran û Meclisê re bişînin jî ji aliyê rêveberiyê ve nehatibûn şandin.