Ji Bûldan û Sancar peyama sersaxiyê 2022-10-14 12:56:59   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, ji bo şofêrê texsiyê ku di encama qezayek ku texsiya wî û wesayetiyek partiya wan qelibî û jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşandin.   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, derbarê qezaya ku wesayîta partiya wan a ku wekîl û endamên HDP'ê tê de bûn û texsiyek rêwiyan li hev qelibîn û di encama qezayê de şofêrê texsiyê jiyana xwe ji dest da de peyamek weşandin. Buldan û Sancar ji malbata şofêrê texsiyê re sersaxî xwestin.   Di daxuyaniya bi sernavê “Em ji ber welatiyê me ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da bixemgîn in” de wiha hat gotin: “Wesayiteke partiya me ya ku parlamenter û endamên me tê de bûn û texsiye rêwiya li hev qelibîn. Di encama qezaya trafîkê de şofêrê texsiyê tevî hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Me bi êş û xemeke kûr bihîst ku şofêr jiyana xwe ji dest daye. Rêwiyên di texsiyê de bûn, wekîlên me Dersîm Dag, Omer Ocalan û Nusrettîn Maçîn û endamên partiya me birîndar bûn. Rehma Xwedê li welatiyê me yê ku jiyana xwe ji dest da be, em ji malbat û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazin. Em ji hevalên xwe re bi taybetî ji hevwelatiyê xwe yê ku di qezayê de birîndar bûne re jî şîfayê dixwazin.”