Li Pasûrê operasyona leşkerî hat destpêkirin 2022-10-14 13:40:44   AMED - Li herêma Çiyayê Lîs ê di navbera gundên Çirik, Kurka û Birazeyna yên Pasûrê, operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat zanîn ku drone û helîkopter li ser gundan nizm tên firandin û di ketina gundan de jî noqteya kontrolê ya GBT’ê hatiye danîn.    Di saetên serê sibehê de li herêma Çiyayê Lîs a di navbera gundên Çirik, Kurka û Birazeyna yê Pasûr a Amedê de operasyona leşkerî hat destpêkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, bi çar helîkopterên Skorsky leşker li herêmê hatine danîn û bi wesayîtên zirxî jî ber bi herêmê ve leşker hatine şandin. Çavkaniyan da zanîn ku helîkopterên bi cureya kobrayê û heron li ser herêmê nizm tên firandin.    KONTROLA GBT’Ê LI GUNDIYAN DIKIN    Her wiha çavkaniyê destnîşan kir ku leşkeran wêneyên şêniyên gund kişandine. Bi domdarî çavkaniyê got ku şêniyên gund bifikarin û leşkeran di navbera gundên Kurka, Birazeyna û Zilekê de noqteya kontrolê danîne û kontrola GBT’ê dikin.