Bodûr ê li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobet digirt hat binçavkirin 2022-10-14 13:50:20   DÎLOK - Hasan Bodûr ê 403 roj in li dijî ‘Vegûherîna Bajarî’ nobetê digire têkildarî bûyera derbkirinê ya bi destê parêzvanên Şaredarê Şehîtkamîl û peywirdarên ewlehiyê, bi îdiaya “Heqaret li peywirdaran kiriye” hate binçavkirin.    Hasan Bodûr ê li Dîlokê li dijî vegûherîna bajêr ev 403 roj in Nobeta Edaletê digire hate binçavkirin. Bodûr di 5’ê cotmehê de ji bo civîna şaredariyê temaşe bike çûbû şaredariyê. Bodûr dema ku xwest bikeve avahiyê şaredariyê, ji aliyê parêzvanên şaredar û peywirdarên ewlehiyê ve hatibû derbkirin û bi mirinê gef lê xwaribûn. Qereqola Şehîtkamîl têkildarî bûyerê ji bo îfadeyê bide bang li Bodûr kir. Bodûrê ji bo dayîna îfadeyê çû qereqolê ji ber giliya Şaredariya Şehîtkamîl a “Xwestina ketina civîna şaredariyê ya bi darê zorê” û “Heqareta li peywirdaran kiriye” hat binçavkirin. Bodûrê duh bi şev di nezareta qereqolê de hatiye ragirtin îro sewqî edliyeyê kirin. Piştî karûbarên îfadeyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê Bodûr berda. Bodûr di îfadeya xwe ya dozgeriyê de destnîşan kiriye ku ew bi xwe hatiye derbkirin, bi mirinê gef lê xwarine, ew bi xwe mexdûr bûye û heqaret li kesê nekiriye.