Zarokê ku wesayîta polîsan lê da bi giranî birîndar bû 2022-10-14 13:59:40   COLEMÊRG - Wesayîta polîsan a bi markaya Ranger li Geverê li zarokê bi navê H.A. da û A. bi giranî birîndar kir.    Wesayîta polîsan a bi markaya Rangerê li ser rêya Cehdeya Îpekyolu ya Gever a Colemêrgê li zarokê 17 salî H.A. da û A. bi giranî birîndar kir. H.A. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Bi giranbûna rewşa H.A. re sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê hat kirin.