Rojnamevan Kadrî Bagdû hate bibîranîn 2022-10-14 14:11:26   EDENE - Rojnamevan Kadrî Bagdû yê li Edeneyê ji aliyê DAIŞ’ê ve hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.     Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû yê di 14’ê cotmeha 2014’an de dema rojname belav dikirin ji aliyê DAIŞ’iyan ve li Taxa Ova ya Semta Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê hate qetilkirin, li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukoba hate bibîranîn. Malbata Bagdû, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), endam û rêveberên Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAYDER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.    ‘TÊKOŞÎNA WAN RÊYA ME RONÎ DIKE’   Beşdarvanan qurnefîl, rojnameyên Xwebûn û Yenî Yaşamê danîn ser gora Bagdû. Hevjîna Bagdû Şemsa Bagdû, daxwazên xwe yên edaletê dûbare kirin û xwestin ku kujer bên darizandin.    Berdevka MKGP’ê Roza Metîna jî bi bîr xist ku faîlên Bagdû bên dîtin û cezakirin û wiha got: “Ev perçeyekî şerê taybet û polîtîkayên bêcezatiyê ne. Dosyaya Mûsa Anter kete ber demboriyê. Faîlên hevrêyê me Kadrî Bagdû jî nayên dîtin. Em ê li dijî vê têbikoşin. Em têkoşîna ku hevalê me di nîvî de hiştî bidomînin. Hişmendiya ku di sala 2014’an de hevrêyê me Bagdû qetil kir û hişmendiya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe Nagîhan Akarsel qetilkir eynî ne. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi komî 79 rojnamevan girtî ne, li tu deverên cîhanê tişteke wisa nîne. Êriş, binçavkirin û girtinên li dijî çapemeniya azad berdewam dikin. Weke çapemeniya azad dê li dijî van têkoşîna me bidome. Têkoşîna hevrêyên me rêya me ronî dikin.”   Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.