2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş 2022-10-14 14:45:59   ENQERE - Bi hinceta “Yuksel Kocaman hedef nîşan daye” doz li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş hatibû vekirin û şandeya dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê da Demîrtaş.    Derheqê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Berê Selahattîn Demîrtaş de bi hinceta “Serdozgerê Komarê yê demê Yuksel Kocaman hedef nîşan daye” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê hat dîtin. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzerên wî jî amade bûn.    Piştî parastina Demîrtaş, dozger axivî.    DOZGER MUTALAAYA XWE DUBARE KIR    Dozger, di danişîna 22’yê tîrmehê de ji bo Demîrtaş bi hinceta “ji hêza tirsnak a rêxistinên sûc sûd girtiye û gef xwariye” 2 sal heta 5 salan û bi hinceta “Kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtin hedef nîşan dide” jî ji salekî heta 3 salan cezayê hefsê xwestibû. Dozger, mutalaaya xwe dîsa dubare kir.    2 SAL Û 6 MEH CEZA HAT DAYÎN    Şandeya dadgehê jî biryara xwe aşkera kir û bi hinceta “kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtin hedef nîşan daye”, 2 sal û 6 meh cezayê hefsê da Demîrtaş. Dadgehê ji bo sûcdariya “ji hêza tirsnak a rêxistinên sûd girtiye û gef xwariye” jî biryar da ku hêmanên vî sûcî çênebûne.    DADGERÊ ENDAM ŞERH DANΠ   Li dijî biryara dadgehê, dadgerekî şerh danî. Dadgerê endam got ku Demîrtaş di parastina xwe de gelek caran navê Yuksel Kocaman telafûz kiriye lê ev yek dikeve ber mafê parastinê. Bi domdarî jî destnîşan kir ku Kocaman ji hêla beşeke mezin a civakê ve tê naskirin û Demîrtaş bi dubarekirina navê wî re hedef nîşan nedaye. Dadgerê endam, ji bo Demîrtaş biryara beraetê xwest.