Danişîna Denîz Poyraz bêparêzer berdewam dike 2022-10-14 14:56:04   ÎZMÎR - Danişîna doza Denîz Poyraz ku kujer Onûr Gencer jê tê darizandin, bêparêzer berdewam dike.    Danişîna doza Denîz Poyraz ku kujer Onûr Gencer jê tê darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Şakrana Alîagayê tê lidarixstin. Parêzerên xwestin beşdarî danişînê bibin li ber girtîgehê bi êrişa leşkeran re rûbirû man. Li ber girtîgehê êriş hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de dirûşm hatin berzkirin.    ‘WÊ EDALET JI KAMPÛSÊN GIRTÎGEHAN DERNEKEVE’    Ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç diyar kir ku dadgehê li dijî hiqûqê ji ber nîqaşek li ser belgeya rayeyê danişînê veguhezandiye Şakranê. Agaç behsa êrişa leşkeran ku îro pêk anî kir û dadgehê û leşkeran bi vê êrişê xwestine li pêşiya parêzeran bibin asteng. Agaç da zanîn ku wan êrişa îro kirine hêcet û heyeta dadgehê red kirine. Agaç anî ziman ku bêyî ku parêzer di danişînê de amade bin li şahidan hatiye guhdarîkirin. Agaç destnîşan kir ku darizandina tê kirin li dijî rêbazê ye û tevî wan vê yekê gotiye jî heyeta dadgehê dengê wan nebihîstiye û daxwazên wan yek bi yek red kirine. Agaç diyar kir ku bi vî awayî ne mimkin e ku darizandinek adilane pêk were û ji ber dadgehê kujer daniye ber çavê wan eywana danişînê terk kirine. Agaç destnîşan kir ku bi vî awayî wê tu carî edalet ji kampûsên girtîgehan dernekeve.    Danişîna dozê bêparêzeran berdewam dike.