Tedawiya parlamenterên HDP’ê ku qeza derbas kiribûn berdewam dike 2022-10-14 15:16:25 ENQERE - Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Necdet Îpekyuz ragihandin ku rewşa tenduristiya parlamenter û endamên wan ên di encama qezayê de rakiribûn nexweşxaneyê baş in.    Wesayîta ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn, parlamentera Amedê Dersîm Dag û endamên partiyê tê de bûn, dema ber bi balafirgehê ve diçûn li xaçerêya Mîllî Kutuphane ya navçeya Çankayayê li teqsiyeke tîcarî qelibî. Di qezayê de parlamenter bi awayekî sivik birîndar bûn, ajokarê teqsiyê tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.   Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Nejdet Îpekyuz, serdana parlamenter û endamên partiyê yên li Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepeyê, Nexweşxaneya Îbnî Sîna û Nexweşxaneya Bajêr tên dermankirin kirin.    MAÇÎN Û ÎLDAN JI NEXWEŞXANEYÊ DERKETIN   Parlamenteran ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Dersîm Dag û Omer Ocalan ên li Nexweşxaneya Îbnî Sîna dimînin baş e û diyar kirin ku piştî encamên tahlîlên xwîna Dag û Ocalan derketin wê ji nexweşxaneyê bên derxistin.    Parlamenteran da zanîn ku leva Nûsrettîn Maçîn ê li Nexweşxaneya Bajêr hatiye birîn, diranên jêr ên endama HDP’ê Rozerîn Îldan şikestine û piştî Îldan sewqî Nexweşxaneya Diranan hatiye kirin ji nexweşxaneyê hatiye derxistin.    Parlamenteran anîn ziman ku rewşa endama HDP’ê Naşîde Bûlûttekîn jî baş e û bi lêv kirin ku Bûlûttekîn li dijî komplîkasyonekê li cerrahê singî tê sekinandin.    Parlamenteran diyar kir ku serê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Fîgen Aras a li Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepeyê tê ragirtin şikestiye, rûyê wê şîn bûye û wê li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de be. Hate hînbûn ku rewşa jina ku navê wê nehate zanîn û di teqsiya tîcarî de bû giran e.    Hate hînbûn ku Ûfûk Erdem ê wesayîta HDP’ê diajot, di bin çavan de ye û wê derxînin edliyeyê.