Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî: Rojnamegerên girtî berdin 2022-10-14 15:30:05   AMED - Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî li DFG’ê civiyan û di serî de 16 rojnamegerên kurd ên girtî, ji bo berdana hemû rojnamegerên girtî bang kirin.    Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), tevî komên azadiya çapemenî û îfadeyê, di çarçoveya “Mîsyona Azadiya Çapemeniyê ya Hevpar a Tirkiyeyê” li Amedê bi rojnamegeran re hatin ba hev. Civîn, ji hêla Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve hat organîzekirin. Enstîtûya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Rojnamegerên Sînornenas (RSF), PEN a Navneteweyî û nûnerên Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT) a navend Îtalya beşdarî civînê bûn. Endamên DFG’ê, Rojnameya Xwebûnê, Ajansa Mezopotamyayê (MA), JINNEWS û Botan İnternationalê û parêzerê 16 rojnamegerên kurd ên girtî Resûl Temûr tev li civînê bûn. Zor û zehmetiyên ku rojnameger dijîn û mijarên weke sansûrê di civînê de hatin nîqaşkirin.    HEVDÎTINA BI AYM’Ê RE   Koordînatora Programan a Tirkiyeyê ya IPI’yê Renan Akyavaş piştî civînê axivî û got ku piştevaniya wan a bi 16 rojnamegerên kurd ên girtî re didome û têkildarî mijarê li Enqereyê bi nûnerên partiyên siyasî û bi Dadgeha Makeqanûnê (AYM) re hevdîtin kirine. Akyavaş, bi domdarî got ku di hevdîtina bi AYM’ê re de bal kişandine ser mijarên derqanûnî û hewl dane ji wan nêrînan bigirin.    BERTEKA LI DIJÎ QANÛNA SANSÛRÊ   Piştre jî metna hevpar a komên çapemenî û azadiya xweîfadekirinê ya navneteweyî hat xwendin. Daxuyanî ji hêla Cîgirê Dîrektorê IPI’yê Scott Griffen, ji OBCT’ê Dimitri Bettoni û ji RSF’ê Paul Pouchoux ve hat xwendin. Di daxuyaniya hevpar de bertek nîşanî “qanûna sansûrê” ya ji hêla meclisê ve hatiye erêkirin dan û hat gotin ku dê ev qanûn di mijara sansûr û otosansûrê de rolekê mezin bilîze.    ‘DIVÊ QANÛNA DEZENFORMASYONÊ PAŞVE BÊ KIŞANDIN’   Di metnê de bal kişandin ser hilbijartina hezîrana 2023’yan û hat gotin ku ji bo hilbijartinên demokratîk, hewcehî bi nûçeyên serbixwe û bi awayekî serbest belavkirina agahiyan heye ku ev yek hîmê bingehîn e.  Bi domdarî bang li hikûmetê hat kirin ku bi taybet jî di dema hilbijartinê de ji bo ku rojnameger bikarin karê xwe bêyî tirs û tacîzan pêk bînin, tevdîrên pêwîst bigirin. Di daxuyaniya hevpar de bi domdarî wiha hat gotin: “Divê hikûmet qanûna dezenformasyonê paşve bikişîne û vê avadaniya bisînorkirî ya ji bo sansûra online hatiye çêkirin, bi dawî bike. Mîna qanûna têkoşîna li dijî terorê, ev qanûn jî dê bike ku rojnamegerên muxalîf ji hêla rayedaran ve hedef bên girtin.”    DIVÊ ÇAPEMENÎ JI SIYASETÊ BÊ PAQIJKIRIN    Di berdewamê de hat destnîşankirin ku divê saziyên têkildarî çapemeniyê yên Tirkiyeyê ji siyasetê bên paqijkirin û tê de reform bên kirin. Metn, wiha didome: “Temamiya van saziyan, saziyên serbixwe yên çapemeniyê hedef girtine û hêza xwe xerab û ji bo cezakirinê bi kar anîne. Saziya Danezanê ya Çapemeniyê (BÎK) rojnameyên serbixwe ji weşandina danezan û reklaman men dike û bi sepanên cezayî re ji çavkaniyên debarê bêpar dihêle. Di meha tebaxê ya bihûrî de Dadgeha Makeqanûnê biryar da ku sepanên keyfî yên BÎK’ê weke binpêkirin qebûl kir. Tevî vê biryarê jî BÎK’ê mafê wergirtina danezanên cemaweriyê yên Evrenselê bi awayekî mayînde betal kir. Her wiha RTÛK bi rêk û pêk medyaya serbixwe hedef digire. Li gorî rapora Parlamenter Utku Çakirzer, di nava 9 mehan de RTÛK’ê 42 cezayên pereyan dane. Bi van cezayan re jî weşanên serbixwe hedef girt.”    BANG LI PARTIYÊN SIYASÎ KIRIN   Di berdewama metnê de bang li hemû partiyên siyasî hat kirin ku êrişên li dijî rojnamegeran şermezar bikin û ji bo ku di hilbijartinên 2023’yan de bikarin karê xwe bikin, mafên wan mîsoger bikin. Bi domdarî hat gotin ku ew ji bo piştevaniya bi 16 rojnamegerên kurd re hatine Amedê û bang li hikûmetê kir ku hemû rojnamegerên girtî berde. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê di pêvajoya akredîtasyona çapemeniyê de reform bê kirin û ji bo ku hemû rojnameger bikarin karê xwe bikin, saziyên têkildar ji siyasetê bên paqijkirin. Serokatiya Ragihandinê, peywira xwe xerab bi kar tîne û qertên çapemeniyê yên bi sedan rojnamegeran betal kiriye. Divê rayeyên vê serokatiyê jê bên girtin û pergaleke di bin venihêrîna saziyên rojnameger û çapemeniyê de bê avakirin. Dê delegasyon di nava salê de ji nêrînên di dema hevdîtinên bi hevkar û rayedaran re hatine girtin, raporekê amade bike û parve bike.”    MUFTUOGLÛ: HEWCEHÎ BI PIŞTEVANIYÊ HEYE   Piştre jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî û ev tişt anî ziman: “Piştî salên dûvdirêj, me derfet dît ku pirgirêkên rojnameger dijîn parve bikin. Civîna me hinek dirêj ajot ji ber ku pirsgirêkên me pir in. Em dibêjin ku weke rojnamegerên kurd, hem ji ber nasnameya xwe û hem jî ji ber pîşeya xwe di bin zextê de ne. Bo me girîng e ku ev rêxistinên çapemeniyê jî derheqê hevalên me yên girtî de agahî guhdar kirin. Em dikarin bibêjin ku têkildarî peywendiyên derheqê binpêkirinên li dijî çapemenî û azadiya xweîfadekirinê yên li ser vê erdnîgariyê de gavek hat avêtin. Ez dikarim bibêjim ku ev peywendî dê ji hêla me ve jî bê pêşxistin. Qanûna sansûrê ji xwe di fiîliyatê de hebû lê niha êdî fermî bû. Ji bo pêşîlêgirtina rewşên wiha, hewcehî bi piştevaniyê heye.”   Renan Akyavaş jî got ku dê piştevaniya wan a bi 16 rojnamegerên kurd û rojnamegerên din ên girtî re bidome.