Doznameya derbarê Semra Guzel de hat qebûlkirin 2022-10-14 15:34:47   AMED - Îdianameya derbarê Parlamentera HDP’ê Semra Guzel de ku heta 15 salan cezayê hefsê jê re tê xwestin, ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin.    Îdianameya derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a girtî de ku hat amadekirin, jê re 15 sal cezayê hefsê tê xwestin. 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hat gotin ku şahidê veşarî yê bi navê “Ezel” derbarê Guzel de îfade daye û wê di wêne de teşhîs kiriye. Hat diyarkirin ku şahidê veşarî di 12’ê tebaxa 2018’an de li ser Guzel li Dozgeriya Amedê îfade daye. Şahidê veşarî gelek tawanan xistiye stûyê Semra Guzelê. Şahidê veşarî îdia kiriye ku Guzel li ser fermana rêxistinê xebitî ye.    Her wiha Guzelê di îdianameyê de bi wêneyê wê ku li gel endamê HPG’ê Volkan Bora derketibûn jî tê tawanbarkirin. Guzelê bi gelek xebatên xwe yên partiya xwe û xebatên jinan û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî hatiye tawanbarkirin.    22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku doznameya Guzelê qebûl kir, tê payîn bi guncavdîtinê re roja danişînê qebûl diyar bike.