Komeleya 78’an: Hûn nikarin Kemal, Hayrî û Mazluman bi me bidin jibîrkirin 2022-10-14 16:07:20 AMED - Komeleya 78’an a Amedê bi boneya hatina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û gotina “Ez ê Zindana Amedê veguherînim muzeya çandî” daxuyaniyek da û wiha got: “Vê girtîgehê, ruhê berxwedanê nîşanî me da û bo kurdan sembol e. Hûn nikarin bi van hewldanan Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Mazlum Doganan bi me bidin jibîrkirin.”    Komeleya 78’an bi boneya serdana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û hewldana ku Zindana Amedê bikin muze, daxuyanî da. Daxuyanî, li ber deriyê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de bi nameyeke vekirî bang li Erdogan hat kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan” û dovîzên “Rewşa Zindana Amedê, neynika çareseriya pirsgirêka kurd e” hatin vekirin. Şaxên Komeleya 78’an ên Riha, Êlih, Mêrdîn û Amedê, Komîsyona Edalet û Lêkolînkirina Rastiya Zindana Amedê, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştevaniyê tev li daxuyaniyê bûn.    Daxuyanî, ji hêla Berdevkê Komeleya 78’an a Amedê Celalettîn Can ve hat xwendin.   ‘ZINDANA AMEDÊ PÊNASEKIRINA BERXWEDANÊ YE’    Celalettîn Can, ji ewil gotina Erdogan ku digot; “Ez ê Zindana Amedê veguherînim muzeyê” bi bîr xist û wiha got: “Dixwazin Zindana Amedê veguherînin muzeyeke çandî û bîranînên wê ji holê rakin. Ev hewldan, hewldaneke rast nîne. Tişta ku tu dikî, tiştekî rast nîne Erdogan. Di dîroka Tirkiyeyê de girîngtirîn hilbijartin dê pêk were. Ev biryarên wan, birînên kurdan xwînî dike. Divê hûn baş bizanin ku Zindana Amedê ji bo kurdan cihekî sembolîk ê êşdar e. Tevî her bêedaletiyên mezin û neheqiyên giran jî, Zindana Amedê ruhê berxwedanê yê gelê kurd e. Nabe ku cihekî wiha bibe muzeyeke çandî û ew hafizeya gel ji holê bê rakirin. Sûcên li dijî mirovahiyê yên şember nayên paşguhkirin. Pêwîste Zindana Amedê bibe muzeya mafên mirovan.”   ‘RÊYA AŞTÎ Û EDALETÊ LI ZINDANA AMEDÊ RE DERBAS DIBE’   Di berdewamê de Can destnîşan kir ku rêya aştî û edaletê ji Zindana Amedê derbas dibe û wiha pê de çû: “Hûn dixwazin ku gel, êşên xwe, zilma li wan hatiye kirin û ruhê berxwedanê ji bîr bike û hûn hewl didin van tiştan birûxînin. Dema wijdan bû ronahiya rêya heqîqetê, wê demê dê edaleta hatiye jibîrkirin serbikeve, dê gelên vî welatî seribkevin û mirovahî serbikeve.”    ‘EW DI RUH Û HIŞMENDIYA ME DE DIJÎN’   Di dawiya axaftina xwe de jî Can ev tişt anî ziman: “Mixabin îro li Tirkiyeyê girtîgehan dikin navendên çandê. 30 hezar kes ji vê girtîgehê derbas bûne û 5 hezar kes jî bi awayekî sîstematîk li vir hatine ragirtin. Dibêjin di vê girtîgehê 35 kesan lê di rastiyê de 60 kesan jiyana xwe ji dest dan. Zindana Amedê em hînî berxwedana li dijî îşkenceyan kirin. Em Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Elî Çîçek û Mazlum Doganan ji bîr nakin. Ew ne di binê erdî de lê di ruhê me, di hizra me dijîn. Kesên li dijî faşîzmê li ber xwe dayîn ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”    Çalakî bi çepikan bi dawî bû.