Xebatkarên şaredariyê bi darê zorê dibin bernameya Erdogan! 2022-10-14 16:24:41   AMED - Peyamên “beşdariya neçarî” ji xebatkarên Şaredariya Amedê re ya di bin rêveberiya qeyûm de hatin şandin ku tev li bernameya Erdogan bibin.    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan sibê tê Amedê. Sazî û dezgehên dewletê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayînê wê hatiye kirin, bi rojane ji bo hatina Erdogan ketine pêşbazî û xizmetê. Ji bo ku xwendekar, xebatkarên saziyên dewletê û xebatkarên şaredariyê tev li bernameya Erdogan bibin, zext li wan tê kirin. Peyamên “beşdariya neçarî” ji xebatkarên şaredariyê re tên şandin da ku tev li bernameya Erdogan bibin. Peyam ji xebatkarên şaredariya Amedê, navçeyên wê Peyas, Yenîşehîr, Sûr û Rezanê re tê şandin û li wan hatiye ferzkirin ku beşdariya wan neçarî ye.    Zabiteyên Şaredariya Peyasê ya di bin rêveberiya qeyûm de li esnafan geriyane û xelkê û esnafan vexwendine bernameya Erdogan.