Polîsan Rêxistina HDP’a Edeneyê dorpêç kirin 2022-10-14 17:07:14   EDENE - Li Edeneyê polîsan ji bo daxuyaniya Rêxistina HDP’a Bajêr asteng bike, avahiya bajêr dorpêç kir û hemû ketin û derketin astengkirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê ji bo salvegera damezrandina partiya xwe li Amfî Tiyatroya li Parka Merkezê ya Edeneyê pîroz bike serî li Walîtiya Edeneyê da. Walitiya Edeneyê bêyî ku hincetekê nîşan bide bi gotina “guncav nehate dîtin” serlêdana HDP’ê qebûl nekir.    Li ser vê yekê Rêxistina HDP’a Edeneyê ji bo biryarê şermezar bike ragihand ku wê saet di 17.30’an de li Heykellî Parkê daxuyaniyê bidin. Beriya daxuyaniyê polîsan park bi bariyeran dorpêç kir. Rêxistina HDP’a Edeneyê jî bi wesayîtên polîsan hate dorpêçkirin. Her wiha polîsan deriyê avahiyê jî dorpêçkirin û destûr nade kes bikeve avahiyê û derkeve.