Îdianameya doza malbata Şenyaşarê berî parêzeran teblîxî AA'yê hatiye kirin! 2022-10-14 18:02:54   RIHA - Piştî 4 salan îdianameya der barê dosyeya 3 ferdên malbata Şenyaşarê de ku li nexweşxaneyê hatibûn qetilkirin, hat amadekirin. Lê îdianame beriya parêzerên malbatê teblîxî Ajansa Anadolûyê hat kirin.    Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 ferdên malbata Şenyaşarê ji aliyê xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û parastvanên wî hatibûn qetilkirin. Piştî 4 salan îdianameya der barê bûyera li nexweşxaneyê de hat amadekirin. Lê îdianame berî parêzerên malbata Şenyaşarê teblîxî Ajansa Anadolûyê (AA) hat kirin.    Li gor îdianameya ku AA'yê ew serwîs kiriye, dozgeriyê 2 jê girtî 19 kes bi sûcê "kuştina bi qesdî", "alîkariya ji bo kuştina qesdî", "hewldana ji bo kuştina bi qesdî", "zirara li malê cemaweriyê", "binpêkirina parêzbendiya kargehê", "jiholêrakirina delîlên sûc, veşartin an jî guherandina wan" û "diziya eşya" bên cezakirin. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 6'an ve hatiye qebûlkirin. Her wiha der barê bersûcekî de jî bi sûcên "alîkariya ji bo kuştina bi qesdî" û "alîkariya ji bo hewldana kuştina bi qesdî" doza cemaweriyê hatiye vekirin. Her wiha bi sûcên "alîkariya ji bo kuştina bi qesdî" û "alîkariya ji bo hewldana kuştina bi qesdî" doza cemaweriyê li kesekî hatiye vekirin.