Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê 2022-10-14 18:55:58   RIHA - Dozgeriyê di dosyeya têkildarî kuştina 3 ferdên malbata Şenyaşarê de, der barê 19 kesan de biryara neşopandinê daye.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz serdana kargeha malbata Şenyaşarê kiribûn. Li vir gava Yildiz û xizmên wî rastî rexneyan hatibûn, êriş biribûn ser ferdên malbatê. Êrişên li hemberî 6 ferdên malbata Şenyaşarê li nexweşxaneyê jî dewam kiribûn û li nexweşxaneyê bav Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Fadil Şenyaşar li ber çavê dayik Emîne Şenyaşarê hatibûn lînçkirin û qetilkirin.    Mehmet Şenyaşarê ku ji komkujiyê filitîbû, di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de 34 kes tespît kiribûn. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê piştî komkujiyê bi 4 sal û 4 mehan ji kesên ku Mehmet Şenyaşar ew tespît kiribûn der barê 19 kesan de biryara neşopandinê daye. Dozgeriyê îdia kiriye ku li gor vekolandinan roja bûyerê sînyalên HTS'ê yên Celal Yildiz, Erdal Yildiz, Cemal Yildiz, Îbrahîm Halîl Şîmşek û Osman Şah Yildiz li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê nehatine tespîtkirin.    Her wiha haiye diyarkirin ku li gor lêkolînên li ser tûpê oksîjenê yê li nexweşxaneyê yê bav Esvet Şenyaşar pê hatiye qetilkirin, DNA'ya van 19 kesên der barê wan de biryara neşopandinê hatiye dayîn nehatiye tespîtkirin. Dozgeriyê diyar kiriye ku ji ber ku der barê van kesan de delîl nehatine bidestxistin, der barê wan de biryara neşopandinê daye.    Kesên der barê wan de biryara neşopandinê hatine dayîne v in: Ali Yildiz, Atîlla Arca, Bulent Yildiz, Celal Yildiz, Cemal Yildiz, Çetîn Yildiz, Dogan Yildiz, Erdal Yildiz, Faîk Yildiz, Fethî Yildiz, Firat Yildiz, Hîkmet Yildiz, Îbrahîm Halîl Şîmşek, Îbrahîm Halîl Yildiz, Mahmût Yildiz, Mehmet Yildiz, Mûstafa Yildiz, Osman Şîmşek û Osman Şah Yildiz."   Îbrahîm Halîl Yildizê ku dozgeriyê der barê wî de biryara neşopandinê daye di 22'yê Nîsana 2022'yan de, Celal Yildiz (birayê Yldizê AKP'yî) jî di nav de tevî 4 kesan hatibû girtin. Îbrahîm Halîl Yildiz hefteya borî tevî Muslum Yildiz hatibû berdan û Osman Şah Yildiz (biraziyê Yildizê AKP'î) jî di heman rojê de hatibû binçavkirin û piştî îfadeya li dozgeriyê hatibû berdan.