Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir 2022-10-14 19:03:15   ÎZMÎR - Baroya Îzmîrê têkildarê êrîşa li dijî parêzeran a di dema danişîna doza kujer Onûr Gencer de dihat rû da, daxuyanî da. Baroyê diyar kir ku faşîzma salona danişînê li parêzeran girtiye, wê biçe ser sergoyê dîrokê.    Baroya Îzmîrê, têkildarê êrîşa li dijî parêzeran a di danişîna doza kujer Onûr Gencer de ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Denîz Poyrazê qetil kiribû, daxuyaniyeke nivîskî da.    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî mafê hevpîşeyên wan ê ku tev li danişînê bibin hebûye jî, lê ev maf bi hinceta ku belgeya wan a karbidestiyê nîn e hatiye binpêkirin û nehiştine tevlî danişînê bibin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi fermana serokê dadgehê ji bo ber li ketina salona danişînê ya parêzeran bigirin cendirmeyan barîkat li ber salona danişînê danîne. Gaz û ava bişid berdane parêzerên ku xwestine tev li danişînê bibin. Serokê baroya me Parêzer Ozkan Yucel, ji bo parêzer tev li danişînê bibin, xwestiye hevdîtinê bike, lê nehiştine. Hevdîtina Yucel a bi şandeya dadgehê re hatiye astengkirin. Ji nêz ve gaza îsotan berdane Parêzer Ozkan Yucel û ew derb kirine."     Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Cube û postal ferq nakin, çi kesên bûbin pêlîstoka desthilatdariyê wê rojekê bên darizandin. Ew roj em û cendirme û gardiyanên êrîşê parêzeran kirine li ber darazê hesab ji hev û din bixwazin. Parêzkarên faşîzmê jî wê wekî faşîzmê biçin ser sergoyê dîrokê."