Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin 2022-10-14 20:03:27     ÎZMÎR - Di danişîna doza Denîz Poyrazê de ku Onûr Gencer ew qetil kiribû, dozger mutalaayê eşkere kir. Dozger xwest bi sûcê "kuştina qesdî ya bi awayekî sêwirandinî" cezayê muebeda giran li Gencer bê birîn.   Danişîna 6'an a doza Denîz Poyrazê ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji aliyê Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin, li hêwana danişînê ya Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê hat lidarxistin. Beriya danişînê heyeta dadgehê dê nehêle parêzerên bi belgeya karbidestiyê têkevin hêwana danişînê. Parêzerên dozê jî bertek nîşanî vê dan û doza redkirina dadger kirin. Piştî redkirina daxwazê parêzerên dozê jî ji hêwana danişînê derketin. Di hêwanê de kujer Onûr Gencer û parêzerê wî man.    Dozger di danişînê de mutalaayê eşkere kir. Dozger xwest bi sûcê "kuştina qesdî ya bi awayekî sêwirandinî" cezayê muebeda giran û bi sûcê "binpêkirina parêzbendiya kargehê" û "zirara li eşyayên partiya siyasî" heya 7 salan ceza li Gencer bê birîn.    Parêzerê Gencer ji bo parastinê doza demê kir. Paşê heyeta dadhehê biryara xwe eşkere kir. Heyetê daxwaza parêzerên malbata Denîz Poyrazê ku doza delîlan kiribûn, red kir û danişînê taloqî 27'ê Kanûnê kir.