Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan 2022-10-14 20:36:09     BARTIN - Li navçeya Amasrayê ya Bartinê, di kana madenê de teqîn çêbû.  Li gor daneyên ewil, 2 karker jiyana xwe ji dest dane û 20 karker jî birîndar bûne.   Li navçeya Amasrayê ya Bartinê, li Midûriyeta Miesese ya Amasra ya Saziya Komira Kevir a Tirkiyeyê, saet li dor 18.45’an teqîn çêbû. Piştî teqînê, tîmên xelaskirinê ü yên û agirkujî û tendirustiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Waliyê Bartinê Nûrtaç Arslan da xuyakirin ku teqînek çêbûye, lê ji ber çi çêbûye hê ne diyar e.    Şaredarê Amasrayê Recaî Çakir jî diyar kir ku li hundir 87 karker hene û ji wan 6 jê bê liv û tevger xuya dikin û wiha got: "Mudaxileya komên tahliyekirinê didome.    Maden Îş a Serbixwe yî li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku nêzî 90 karker di binî erdê ne û rêvebirên wan ber bi Amasrayê ve bi rê ketine.    Her wiha ta ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya BArtinê jî têkildarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin û ji bo vê 3 dozger hatin peywirdarkirin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku di teqînê de 2 karker jiyana xwe ji dest dane û 20 jê jî birîndar bûne.