Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir 2022-10-14 22:27:50     ŞIRNEX - Li Silopiyayê du malbat bi hev ketin. Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.   Li taxa Barbarosê ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê îro danê êvarî du malbat bi hev ketin. Di pêvçûna çekdarî de ku sedema wê nehat hînbûn, welatiyê bi navê Reşît Karahan jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.   Cenazeyê Karahan ji bo rapora otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.    Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Têkildarî bûyerê 2 kes hatin binçavkirin.