Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an 2022-10-15 08:50:07     BARTIN - Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madene ya li navçeya Amasra ya Bartinê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an.    Li navçeya Amasrayê ya Bartinê, li Midûriyeta Miesese ya Amasra ya Saziya Komira Kevir a Tirkiyeyê, duh saet li dor 18.45’an teqînek çêbû. Piştî teqînê, tîmên xelaskirinê û yên û agirkujî û tendirustiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di xebatên van tîman de gelek karker ji kana madenê hatin derxistin. Hejmara karkerên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan jî derket 28’an.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya ku da de, ragihand ku hejmara windahiyan a ji ber teqîna li Bartinê derketiye 28’an.