ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-15 09:00:25     * Jinên Hezexî nêrazîbûn nîşanî zêdebûna enflasyonê dan û gotin: "Zarokê me bi şev û bi roj dixebitin û em bi wî pereyê ku ew  tînin tenê tenekeyeke rûn dikirin. Ma ev hal e?"   * Ji IPI'yê Scott Grîffen têkildarî "qanûna sansurê" ya li Meclîsa Tirkiyeyê hat qebûlkirin anî ziman ku ji aliyê azadiya çapameniyê ve li Tirkiyeyê aloziyeke mezin heye û got ku bi vê qanûnê zextên li ser çapemeniye jî dê zêde bibin.   * Şêniyên gundên Şivelan û Xana Mûsa yên Colemêrgê, bi ferzkirina cerdevantî û sîxurtiyê re rû bi rû ne. Gundiyên vê ferzkirinê qebûl nakin jî gef li wan tên xwarin.    * Parêzer Îshak Demîrel destnîşan bal kişand ser dozên li malbatên girtiyan tên vekirin û wiha got: "Dayik li Edliyeya Stenbolê li edaleta windayî digerin."    * Sarah Marcha ku cara ewil Jineolojiyê li Enstîtuya Andre Wolfê ji Nagîhan Akarselê guhdarî kiriye got: "Em ê şiyar bibin. Em ê rabin ser pêyan. Em ê siberoja di xeyalên xwe de ava bikin. Em ê vî dîwarê tahdeyê serobino bikin. Em vê van tiştan bi hezkirinê, bi hevrêtiyê bikin, wekî Nagîhanê."     Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 586'emîn de berdewam bike.    * Navenda Giştî ya ÎHD'ê dê li hotêlek Amedê civîna bi mijara "Girtîgeh û Pêvajoya Darazê" li dar bixe. (10.30)   * Meclisên Jinan a HDP'ê dê bi panela bi mijara "Qadên têkoşîna jinan" li navenda giştî ya HDK'ê li dar bixe. (11.00-18.00)    * Têkildarî salvegera damezrandina HDP'ê dê li gelek bajaran şahî bên li darxistin. (11.00-19.00)   * Xizmên Windakiriyan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed û Êlihê çalakiya "Bila windakirî bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar bixin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê di hefteya 916'emîn de dê li aqûbeta windakiriyan bipirsin û daxwaza darizandina kujeran bikin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê, Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî û ÎHD'a Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê wek her hefteyê çalakiyan li dar bixin. (13.30-15.00)