‘Li edaleta windayî digerin' 2022-10-15 09:01:52   STENBOL - Parêzer Îshak Demîrel bal kişand ser dozên li malbatên girtiyan tên vekirin û wiha got: "Dayik li Edliyeya Stenbolê li edaleta windayî digerin."    Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan a ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin didome. Malbatên ku daxwaza wan a ji bo edaletê pêk nayê bi astengî û êrişan re rû bi rû dimînin.    Li gel Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan û Îzmîrê, ya li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê jî bi hinceta "dibe bibe cihê sedemine nebaş" hat qedexekirin. Polîsên ku vê biryara qedexekirinê dikin hincet her hefte êrişê dibin ser xizmên girtiyan. Xizmên girtiyan jî ku ji daxwazên xwe danayên xwar her hefte li deverên cuda çalakiyên xwe didomînin. Her wiha xizmên girtiyan ên di çalakiyên polîsan de bi îşkenceyê tên binçavkirin jî dikevin ber lêpirsînan. Ji lêpirsînên hatine destpêkirin heya niha 4 jê bi biryara neşopandinê bi dawî bûne û dudu jê jî veguherîne dozê. Ji xeynî vê giliyên malbatan ên bi rêya parêzeran tên kirin jî bi biryara neşopandinê bi dawî dibin.    DIJHIQÛQÎ YE   Parêzerê xizmên girtiyan Îshak Demîrel destnîşan kir ku biryara qedexeyê ya qeymeqamtiyê ya ji bo çalakiyên muwekîlên wan biryaree dijhiqûqî ye. Demîrel bal kişand ser xala 34'an a Destûra Bingehîn û got ku bêyî destûr lidarxistina xwepêşandan û meşê mafê her kesî ye. Demîrel bilêv kir ku lê belê ev mafê xizmên girtiyan tê xespkirin û wiha got: "Çendî ev maf hatiye mîsogerkirin jî polîs biryara qeymeqamtiyê dike hincet û êrişê dibe ser muwekîlên me. Berî ku dayik bên qadê bi artêşeke polîsan re rû bi rû dimînin."    ‘LI EDALETA WINDA DIGERIN'   Demîrel da zanîn ku ji bo betalkirina biryara qedexekirinê serî li dadgeha îdareyê dane û ev tişt gotin: "Ji lew re ev biryar dijhiqûqî ye. Ev biryareke tatkekesî ye. Beriya çalakiya dayikan bi saetekê li qadê çalakiyên cuda tên lidarxistin. Lê tenê çalakiyên dayikan tên astengkirin. Kes nikare mafê xwepêşandan û meşê asteng bike. Dayik doza edaletê dikin û vê daxwaza xwe li ber edliyeyê tînin zimên. Mirov, li cihê ku edalet lê winda bûye li edaletê dgerin. Dayik jî li Edliyeya Stenbolê li edaletê digerin. Çimkî ew edalet li vir winda bûye."    Demîrel da xuyakirin ku tevî hemû îşkenceyê jî dozger deng ji xwe naynin û ji ber vê giliyê polîsan kirine. Demîrel got: "Me di gilîkirinê de wêne, dîmen û şahid nîşan dan. Lê polîsên ku me doza cezakirina wan kir, der barê wan de biryara neşopandinê hat dayîn."    Demîrel destnîşan kir ku bêyî delîl biryara neşopandinê tê dayîn û wiha got: "Em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Ev tenê ne ji bo tepisandina dayikan e, ji bo tepisandina tevahiya civakê ye."    SER SÛC TÊ NIXUMANDIN   Demîrel di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dozger peywira xwe binpê dikin û ser sûc dinixumînin û wiha got: "Dayik bi mehan e doza edaletê dikin. Ên hinan zarokên wan, ên hinan xwişk û birayên wan nexweş in an jî bêyî ku di dosyeyên wan de delîleke berbiçav hebe ceza li wan hatiye birîn. Û bi vî awayî li hinan cezayê muebedê hatiye birîn. Dayik bang li wijdanê civakê dikin. Dixwazin civakê şiyar bikin. Em jî dixwazin civak hîn bêtir guh li daxwazên dayikan bike û hîn bêtir bibe dengê wan. Dayik her hefte di dema çalkiyê de bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Temenê wan mezin e û nikarin vê yekê hilgirin. Lewma em dixwazin civak bibe dengê wan ê ji bo edaletê."    MA / Mehmet Aslan