Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake 2022-10-15 09:04:20   AMED - Ji IPI'yê Scott Grîffen têkildarî "qanûna sansurê" ya li Meclîsa Tirkiyeyê hat qebûlkirin anî ziman ku ji aliyê azadiya çapameniyê ve li Tirkiyeyê aloziyeke mezin heye û got ku bi vê qanûnê zextên li ser çapemeniye jî dê zêde bibin.    Enstituya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI), Rojnamegerên Sînornenas (RSF), PEN'a Navneteweyî û nûnerên Osservatorio Balcani Caucaso Transeuropa (OBCT), Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Çapemeniya Ewropa û Navenda Azadiya Medyayê (ECPMF), Article 19, South East Europe Media Organisation (SEEMO) bi pêşengiya IPI'yê civîna xwe ya ku her sal li Tirkiyeyê li dar dixê duh li Stenbol, Enqere û Amedê li dar xist. IPI, bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li Amedê rapora nirxandina misyonê parve kir. Ji IPI'yê Scott Grîffen ku cara ewil e bi rojnamegerên kurd re hevdîtin kiriye pirsên me bersivandin.    'EM Ê CARDIN WERIN AMEDÊ'   Grîffen ku cara ewil e hevdîtinê bi çapemeniya kurdî re kirine anî ziman ku ev hevdîtin ji bo wan pir girîng e û wiha got: "Em hevî dikin ku serdanên xwe berdewam bikin. Di çarçoveya mîsyona ku em li dardixin de carek din em dê werin Amedê. Girîngiya serdana me ya îro ew bû ku we bi me re binpêkirinên mafan ku hun her tim bi wan re rû bi rû dimînin, parve kir. Ji ber wê em jî dixwazin serdanên xwe yên bi vî rengî berdewam bikin."    'LI VIR ÇAPEMNIYEKE PIR XURT HEYE'    Grîffen destnîşan kir ku li vir tişta herî zêde bala wî kişandiye girtin û darizandinên "keyfî" bûne ku bi salan e li ser vê erdnîgariyê diqewimin û wiha got: "Girtina rojnamegeran û destdanîna ser amûrên rojnamegeriyê bala me kişand. Tişta herî matmayî jî ev pêkanîn bi salan e berdewam dikin. Lê tevî van pêkanîn û zextan jî hun karê xwe berdewam dikin. Ev yek pir bandor li me kir. Ji ber vê sekna we em kêfxweş in. Em di ferqê de ne ku li vir çapemeniyek pir xurt heye. Lewma hatina me ya vir pir girîng e."    'QANÛNA SANSURÊ'   Grîffen li ser "qanûna sansurê" ku li Meclîsa Tirkiyeyê hat qebûlkirin jî sekinî ku Tirkiye dibêje ev yek ji Ewropayê mînak girtine û ev tişt gotin: "Li Ewropayê tiştekî wiha tune ye. Qanûna ku li Tirkiyeyê hatiye erêkirin hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê pêkanînê ve ne wekhev e. Meriv Tirkiyeyê û deverên din nikare bide ber hev. Li Ewropayê jî qanûnên bi vî rengî hene, lê ne wekî yên vir in. Tişta ku li vir em jê ditirsin, zêdebûna zextên li ser rojnamegeran e û pêşîgirtina li ber azadiya çapemeniyê ye. Heke dadgehên Tirkiyeyê xweser û bêalî bûna ev qanûn dê pir girîng bûna, lê gumana me ji dadgehên Tirkiyeyê heye. Em saziyên navneteweyî ku ji bo parastina mafên rojnamegeran dixebitin, em dê li dijî sepanên bi vî rengî ku li dijî azadiya çapemeniyê ne rabin. Lê mixabin ji ber ku dadgehên Tirkiyeyê xweser nîn in, wiha xuya dike ku dê ji ber vê qanûnê zextên li ser çapemeniye zêde bibin."    Grîffen wiha domand: "Em IPI, rewşa çapemeniyê ya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin. Ji naveroka qanûna sansurê de xuya ye ku li Tirkiyeyê dê otosansur û sansur zêde bibe. Helbet ew qanûn dê di nava Ewropayê de rêza ji Tirkiyeyê kêm bike. Lê ji aliyê din jî ew qanûn dê azadiya çapemeniyê bi tevahî ji holê rake."   Grîffen di dawiyê de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de aloziyeke mezin heye û wiha got: "Ev alozî bi salan e berdewam dike. Ji aliyekî rojnameger tên girtin ji aliye din jî medya di bin dorpêça dewlete de ye. Bi vê qanûne êdî dê rojnameger tenê neyên girtin, qanûnên bi vî rengî ji bo tirsê jî tên bikaranîn. Bi vê qanûnê dê zextên li ser çapemeniye zêde bibin. Helbet belavbûna dezenformasyonê pirsgirêkeke giştî ye, lê sûcbûna dezenformasyona li Tirkiyeyê çavtirsandina rojnamegerên ku karê xwe rast dikin bi xwe ye û ji bo çavtirsandina tevahiya rojnamegeran tê bikaranîn. Ji ber ku mafê gel ya xwegihandina geşadanên nû binpê dike, ew helwesta Tirkiyeyê şaş e."   MA /  Mahmût Altintaş - Mujdat Can