Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin 2022-10-15 09:05:44 COLEMÊRG - Şêniyên gundên Şivelan û Xana Mûsa yên Colemêrgê, bi ferzkirina cerdevantî û sîxurtiyê re rû bi rû ne. Gundiyên vê ferzkirinê qebûl nakin jî gef li wan tên xwarin.    Gundên Şivelan û Xana Mûsayê bi rojan e bi zextên eskeran re rû bi rû dimînin. Li gund sîxurtî û cerdevantî li gundiyan tê ferzkirin. Gundiyên ku van ferzkirinan qebûl nakin jî bi gefên fermandarê qereqolê M.R.D. re rû bi rû dimînin. Esker davêjin ser malên kesên ku sîxurtiyê red dikin. Li gundan bi taybetî malbatên paşnavên wan Sîvas e hem bibêje her roj malên wan tên kontrolkirin. Herî dawî di 12'ê Cotmehê de eskeran avêt ser gundan û bêyî hincet welatiyê bi navê Ozcan Sîvas binçav kiribûn. Malbatê jî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê giliyê eskerên berpirs kiribû.    ‘EFSER ZILMÊ LI GUNDIYAN DIKE'   Ozcan Sîvas diyar kir ku esker tahdeyê li wan dikin û wiha got: "Bi şev û bi roj, hem bibêje her roj davêjin ser gund. Hema bibêje her tim li nava gund in. Carinan bi şev tu dibînî wa esker ji hundirê tendûr an jî axurên me derdikevin. Di avêtina ser gund de zilmê li gundiyên me dikin. Êdî hizûr ji me re nehiştine."    ‘ÇI BIQEWIME BERPIRS EFSER E'   Sîvas bilêv kir ku eskerên peywirdar tim tahdeyê li wan dikin û sîxurtiyê li wan ferz dikin û got ku di 12'ê Cotmehê de belasebeb ew hatiye binçavkirin. Sîvas diyar kir ku di avaêtina ser malê de tu tiştekî bibe cihê sûc bi dest neketiye û wiha got: "Ez nizanim bê çima ez kelemçe kirim û ez binçav kirim. Gava ji bo îfadeyê ez birim dozgeriyê, ji min pirsîn 'ji bo çi te anîne vir?' Min got, 'ez jî nizanim.' Piştî îfadeya dozgeriyê hatim berdan. Ger tiştek bê serê min û malbata min berpirs eskerên li vir in. Ez dixwazim demildest der heqê van kesan de lêpirsîn bê destpêkirin û ji peywirê bên girtin."    ÊN SÎXURTIYÊ QEBÛL NAKIN GEF LI WAN TÊN XWARIN   Çetîn Sîvas jî destnîşan kir ku 15 roj berê eskeran sîxurtî li wan ferz kiriye û eskerekî ji wan re wiha gotiye, "Ez ê we bikim cerdevan. Heya hûn li vî gundî bin hun ê sîxurê min bin." Sîvas bilêv kir ku çendî li ber vê ferzkirinê rabûne jî û gotine dê tiştekî wiha nekin jî, eskerê peywirdar gef li wan xwariye û gotiye, "Hîn em ê pir hev bibînin."    ‘QANÛN EZ IM'   Sîvas anî ziman ku li gel hemû gefên efser jî sîxurtî qebûl nekirine û ji ber vê eskeran avêtiye ser mala wan û wiha domand: "Gava hatin malê, me ji wan re got li li vir jin jî hene û bila personelên jin biçin odeyên wan, lê eskerên mêr çûn li dolabên wan geriyan. Personelê li wir got, 'qanûn jî, erk jî ez im.' Dest danîn ser telefonên me û nehiştin em wê bêhiqûqîtiyê bikişînin. Gava min hinekî dîmen girtin, eskerên paybilind, gef li min xwarin ji bo dîmen neyên belavkirin."    Sîvas di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Car heye bêyî destûra dozgeriyê davêjin ser gundan, sîxurtî û cerdevantiyê li me ferz dikin. Şev nîvê şevê bi pîqabên spî davêjin ser gundê me û bêyî ji kesî bipirsin dikevin axur û endûrên me. Em van eskerên cerdevantî û sîxûrtiyê li me ferz dikin li gundê xwe naxwazin. Hêvîdar im edalet pêk bê. Em ê li her derê doza heqê xwe bikin. Tekane daxwaza me ev fermandarê qereqolê yê gefê li me dixwe û tahdeyê dike ji peywirê bê girtin."    Malbata Sîvasê piştî Serdozgeriya Komarê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê da.