Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan 2022-10-15 09:22:52   ANTALYA - 12 xwendekarên li Antalyayê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” daye destpêkirin de 11’ê cotmehê li Antalya, Stenbol û Wanê di serdegirtina malan de 12 endamên Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad ên Antalyayê û Federasyona Sosyalîst a Şoreşgeran (DESOF) hatibûn binçavkirin. 12 xwendekar duh piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan a Antalyayê sewqî Edliyeya Antalyayê hatin kirin. 12 xwendekar piştî kirariyên îfadeyan ên dozgerî û Dadgeha Ceza ya Sulhê xelas bûn, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.