16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin 2022-10-15 10:16:28   ÊLIH - Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Vedat Ozer di du salan de 16 car hat binçavkirin û 12 doz derbarê wî de hatin vekirin. Polîs gefê li Ozer dixwin ku terka Êlihê bike.    Vedat Ozer ciwanek 25 salî ye û ji Êlihê ye. Ji Sala 2015’an ve bi êriş û zextên polîsan ên sîstematîk re rûbirû maye. Ozer di sala 2015’an de hê dema zarok bû bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Ozer cezayê xwe temam kir û di 29’ê cotmeha 2020’ê de ji hefsê derket.   Piştî ew ji hefsê derket di nav xebatên Meclisa Ciwanan a HDP’ê de cih girt. Ozer li Êlihê 7 caran hat binçavkirin, li Amedê 4 caran hat binçavkirin, li Stenbolê 3 caran hat binçavkirin, li Enqereyê jî 2 caran hat binçavkirin û di nava van 2 salan de bi giştî 16 caran hatiye binçavkirin. Heta niha ji îdiayên cuda derbarê Ozer de 12 doz hatine vekirin.    Dosyeyên doza Ozer li Êlihê, Amedê, Stenbolê û Enqereyê li dadgehên cezayên giran disekinin û heta niha dadgeh van dosyeyên wek hev nekiriye yek.    Ozer derbarê êrişên sîstematîk ên li ser xwe de axivî û diyar kir ku ew ê ji ber van binçavkirin, girtin û dozan paşve gavan neavêtiye, dê neavêje û dê li dijî gefa “vî bajarî biterikîne” ya polîsan jî paşve gavan neavêje.    GEFA ‘PIYÊ XWE BIKIŞÎNE BER XWE’ LÊ XWARINE    Ozer anî ziman ku di 12'ê adara 2022'an de di dema xebatên Newrozê de pêşiya wî bi wesayîteke spî hatiye birîn û got: “Piştî ku kar bi dawî bû ez diçûm malê. Wesayîtek spî rêya min birî. Sê kes derketin derve. Bi gotina 'Piyê xwe bikişîne ber xwe, van rojan pir bi çavê me dikevî’ gef li min xwarin. Di hundirê wesayîtê de dengê bêtelan dihat bihîstin. Dema min jê pirsî 'tu kî yî' gotin 'negirînge em kî ne’ bi porê min girtin û li ser min lêgerîn kirin û nasnameya min kontrol kirin. Der barê vê bûyerê de me serî li ÎHD û dozgeriyê da. Me daxuyaniyeke çapemeniyê da. Piştî wê rojê wan bêzar nekir lê hefteyek berê avêtin ser mala me û ji me xwestin ku em vî bajarî biterikînin.”    GEFA KUŞTINÊ    Ozer diyar kir ku di 7’ê cotmehê de polîsan bi ser mala wan de girtiye û gef li wan xwarine û wiha axivî: “Xwe di ser dîwar de avêtin û ketin baxçe. Dema diya min ji wan dipirsî ‘çi bûye, çi qewimî’ wan jî pirsa min kirine. Diya min ji wan re gotiye lawê min li Antalyayê ye. Gefa li diya min dixwin û dibêjin, ‘Wê kurê te were Êlihê, wî jî bigirin û vî bajarî biterikînin’. Diya min jî dibêje, 'Em bajarê xwe terk nakin, çi ji destê we tê bikin’. Polîs jî li ser vê yekê ji diya min re dibêjin, ‘dema tiştek bi kurê we û zarokên we bê, wê çaxê dewletê nekin berpirsiyar û bangî dewletê nekin’.  Di dawiyê de ji diya min re dibêjin, ‘zimanê te dirêj e, xwedî li zimanê xwe derkeve’ û derketine çûne.”    ‘EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’    Ozer diyar kir ku polîsan di serdegirtina 3’yê tebaxê de jî demançeyê xistine serê diya wî û wiha got: “Di nav polîsan de yekî digot, ‘lêde’. Dema min binçav kirin di rê de îşkence li min kirin. Em bi rewşek salên 90’î ku bihûrandiye re rûbirû ne. Berê gundên me vala dikirin, niha jî dixwazin me ji bajarên me derxînin. Lê ew her çiqas zextan bikin wê girêdana me ewqas zêdetir be. Me li ber tirsa we serî netewand. Em ê serê xwe netewînin jî. Çawa ku polîtîkaya salên 90’î bi kêr nehat wê ev polîtîka jî bi kêr neheyê. Em ê bajar, tax, axa xwe neterikînin. Wê zilm nikaribe me bêzar bike.”    SERÎ LI ÎHD û SERDOZGERIYÊ DA    Ozer têkildarî serdegirtinên mala wan û gefên kuştinê lê hatine xwarin serî li ÎHD’a Êlihê û Serdozgeriyaa Komarî ya Êlihê da û got heke tiştek were serê wî polîs berpirsiyar in.    MA / Fethî Balaman