Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye 2022-10-15 10:16:58   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, diyar kir ku îdianameya têkildarî dosyaya komkujiya nexweşxaneyê hatiye amadekirin, ji medyayê hîn bûne.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 586’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye çalakiya nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam dikin.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Em ji çapemeniyê hîn bûn ku îdîanameya têkildarî doza komkujiya nexweşxaneyê piştî 4 sal û 4 mehan hatiye amadekirin. Agahiyeke ku bi awayê fermî ji me re hatiye teblîxkirin nîne. Daxwaza me darizandineke adil e û berdana demildest a Fadil Şenyaşar ê ku bi awayekî neheq tê girtin e.”