Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin 2022-10-15 10:17:23   WAN - Hat zanîn ku li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind 2 girtî piştî bi lêdanê re rûbirû mane, wan sewqî girtîgehek din kirin.    Hat ragihandin li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind Feyyaz Başak û girtiyê bi navê Akîf ê paşnavê wî nehat hînbûn, pêr bi lêdanê re rûbirû hatine hiştin û wan sewqî girtîgehek din kirine. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, pêr bi şev gardiyan û leşkeran bi ser qawîşên girtiyan de girtine û li girtiyan dane. Piştî vê serdegirtinê Feyyaz Başak sewqî Girtîgeha Xarpêtê ya Jimara 2’yan kirine û Akîf jî sewqî Girtîgeha Xarpêtê ya Jimara 1’ê kirine.    Beriya niha jî Feyyaz Başak ji ber ku li dijî guhertina qawîşa xwe derketibû gardiyanan lêdabû û wî avêtibûn hucreya yek kesî.