Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e 2022-10-15 11:11:36 ENQERE - Serokê Giştî yê ABF’ê Mûstafa Aslan, diyar kir ku Serokatiya Malacemê û Çandê ya Alevî Bektaşî ku Erdogan ragihand di bingehê de saziyeke girêdayî dewletê ye û wiha got: “Kontrolkirin, rêveberin û arastekirina wî ya elewiyan ji bo me qeyûmeke.”   Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, di 7’ê Cotmehê de li Malacemê û Dergahê Sûltanê Şahkûlû, ragihand ku dê di bin banê Wezareta Çand û Tûrîzmê de “Serokatiya Malacemê û Çandê ya Alevî Bektaşî” bê avakirin. Gelek rêxistinên elewiyan weke polîtîkayeke pişavtinê ya nû ya li dijî elewiyan bertek nîşanî vê projeyê dan.    Serokê Giştî yê Federasyona Alevî Bektaşî (ABF) Mûstafa Aslan, têkildarî mijarê ji ajansa me (MA) re axivî.    ‘DARBEYA LI DIJÎ MALÊN CEMÊ’   Aslan, diyar kir ku daxuyaniya Serokkomarê AKP’î Erdogan a di 7’ê cotmehê de û sererastkirina li dijî malên ceme ne gaveke demokratîk e û destnîşan kir ku darbeyeke li dijî malêncemê ye. Aslan, da zanîn ku sererastkirina qala wê tê kirin vala derxistin û qelskirina têkoşîna demokratîk a birêxistinkirî ya elewî dimeşînin e û wiha got: “Daxwazên me ji aliyê hikumeta heyî, hikumetên berê û hemû partiyên siyasî ve tên zanîn. Destkeftiyên têkoşîna hiqûqî ya li ser van daxwazên demokratîk jî diyar e. Dema ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Şûraya Dewletê û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ên li ser malênceman zelal bin jî, hikumet der heqê wan de tu gavên hiqûqî naavêje û dixwaze hemû sazî û cihên îbadetê yên elewiyan ên li Tirkiyeyê di bin sîwana Wezareta Çand û Tûrîzmê de bi Serokatiya Daîreya Malacemê û Çandê ya Alevî Bektaşî ve girê bide.”   ‘JI BO ME QEYÛM E’   Aslan, diyar kir ku bi guhertina hatiye kirin wê têkildarî rêveberiya malên ceman û îbadetên bên kirin ji aliyê serokatiya daîreyê ve biryar bên dayîn û mudaxile bê kirin û wiha axivî: “Li dijî elewiyan û saziyên wan ên qala laîktî, demokrasiyê û wekheviyê dikin, daîreyeke girêdayî wezaretê û dewletê ku serokkomar behs kir, kontrolkirin, rêveberin û arastekirina wî ya elewiyan ji bo me qeyûmeke.”     DAXWAZA ELEWIYAN: GAVEKE QANÛNÎ   Aslan, têkildarî gotina serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya “Malêncemê îbadetxane ne” jî bi lêv kir ku daxwaza elewiyan a di vê mijarê de gaveke qanûnî ye. Aslan, anî ziman ku elewîtî daxwaza welatîbûna wekhev dike û felsefeyeke xwe heye, dewlet ji bo van daxwazan çareseriyekê pêşkeş nake û wiha got: “Heke Bahçelî di gotinên xwe de samîmî be, eger bibêje, 'Me jî tevkarî li komkujî, zilm, înkar, qirkirin, asîmîlasyon, polîtîkayên neteweperest, yek aqil, înkarker ên li dijî elewiyan kir, me şaşitî kir, divê em ji vê şaşitiyê vegerin’ yekane tişta ku ew ê bike ew e ku bi hevkarê xwe yê mezin re bike ku elewî ne girêdayî wezaret, miduriyet an jî meqamekê ne û gaveke hiqûqî biavêjin.”     ‘KESÊN DUH ÎNKAR KIRIN ÎRO BÛN KESÊN HEZ DIKIN’   Aslan, bi bîr xist ku gotinên li dijî elewiyan di serdemên hilbijartinê de tên rojevê û wiha berdewam kir: “Kesên ku heta ku li dijî elewiyan polîtîkayên pişavtinê pêk dianîn, elewî înkar dikirin, tune dihesibandin û bûn sedemên komkujiyan îro bûn kesên ji elewiyan hez dikin. Heke hûn dixwazin li vî welatî her kes bi bawerî, ziman, reng û gotina xwe bi hev re bijî makeqanûneke laîk, demokratîk, wekhev ku her kes xwe tê de bibîne çêbikin.”   ‘HEWL DIDIN BÊJIN EM WE WEKE BAWERIYEKÊ NABÎNIN’   Aslan, diyar kir ku AKP û hişmendiya wê bi vê gavê nasnameya baweriyê ya elewiyan jinûve tune dihesibîne û wiha got: “Saziyên elewiyan dibêjin ol nabine tiştên ji aliyê dewletê ve bên rêvebirin û araste kirin, ji bo xweserbûna ol divê dewlet destê xwe jê bikişîne û divê Serokatiya Karên Diyanetê bê betalkirin. Serokkomar bi vê gavê dibêje ‘Em nahêlin dest bidin diyanete, diyanet xeta me ya sor e û em we qet weke baweriyekê nabînin’.” Aslan, bi lêv kir ku elewî dê bi nasnameya xwe her tim hebin û wiha pê de çû: “Hûn malên cemê weke îbadetê nebînin jî malên cemê îbadetxaneyên me ne. Em ê têkoşîna xwe ya bawerî, çand, felsefe mezin bikin û bidomînin.”   ‘EM Ê VÊ GAVÊ VALA DERXÎNIN’   Aslan, bang li elewiyan û raya giştî ya demokratîk kir û wiha got: “Yekane rêya xerakirina van lîstikan heye. Ji avakirina welatekî laîk, demokratîk û wekhev û têkoşîneke bi hev re zêdetir çareyeke me nîne. Ji bo em vê gava serokkomar vala derxînin jî em ê zêdetir têbikoşin û xwe birêxistin bikin. Em ê xwe bigihînin gundên elewiyan û saziyên elewiyan ku heta niha me nekarîne xwe bigihînin wan û ji bo vala derxistina vê pêvajoyê çi ji destê me bê em ê bikin.”