Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da 2022-10-15 11:42:57   ŞIRNEX - Baroya Şirnexê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî qanûna sansurê da û diyar kir ku divê ji vê xeletiyê vegerin.   Pêşnûmeya ku di raya giştî de wekî "Qanûna Sansurê" tê binavkirin û di parlementoyê de 40 maddeyên wê bi dengên desthilata AKP’ê û MHP’ê hat qebûlkirin. Baroya Şirnexê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî qebûlkirina qanûna sansurê da.   Baroyê, da zanîn ku ger ev qanûn bê pêkanîn wê azadiya ramanê li Tirkiyeyê bi temamî ji holê rabe û got: “Em bi fikar in ku bi qebûlkirina qanûnê re 'sûcdarên fikrî' û binpêkirina mafê azadiya ramanê zêdetir bibin. Ji ber vê sedemê em weke Baroya Şirnexê di wê baweriyê de ne ku ji bo aştiya raya giştî neyê xerakirin divê ji vê xeletiyê vegerin. Heger weke ku Alfanso Reyes gotiye; 'Mirov nikare stranên azadiyê bi diranên çîçandî bibêje.'”