Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an 2022-10-15 12:17:15   BARTIN - Di kareseta madenê ya li navçeya Amasra ya Bartinê pêk hat de hejmara miriyan derket 40’an.     Li navçeya Amasrayê ya Bartinê, li Midûriyeta Miesese ya Amasra ya Saziya Komira Kevir a Tirkiyeyê, di kana madenê de “teqîna grîzûyê” çêbû. Di teqîna ku dema 110 karker dixebitîn pêk hat de, hejmara karkerên jiyana xwe ji dest dan zêde bû.    Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê ragihand ku têkildarî karesatê 4 mufettîşên kar, Serdozgeriya Komarê ya Bartinê jî diyar kir ku lêpirsîn daye destpêkirin û 3 dozger hatine peywîrdarkirin.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, li herêma madenê ku saet di 11.40’an de teqîn pêk hatibû daxuyanî da çapemeniyê û da zanîn ku piştî ragihandina mirina 26 karkeran xwe gihandine cenazeyên 14 karkerên din jî û hejmara karkerên jiyana xwe ji dest dane derketiye 40’an.