Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were 2022-10-15 13:30:46   RIHA - Malbata Şenyaşar diyar kir ku wan doznameya dosyeya qetlîamê ji AA’yê ya ku wan hedef daye nîşandan hîn bûne û hê jî daxwaza wan a darizandina adilane û berdana Fadil Şenyaşar bicih nehatiye.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li kargehan “serdana esnafan” kirin û piştre qetlîam pêk anîn. Xizm û parêzvanên Yildiz li kargehê dest bi qetlîamê kirin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê berdewam kirin. Ji malbata Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Celal û Adil Şenyaşar di qetlîamê de hatin kuştin. Medyaya nêzî AKP’ê ango îktidarê êrişê wek êrişa li dijî parlamenterê AKP’ê Yildiz ku xebatên hilbijartina giştî ya 2018’an dikir nûçe belav kirin. Rayedaran jî di daxuyaniyên ewilî de îdia kirin ku têkiliya “rêxistinê” û malbata Şenyaşar bi hev re heye.    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan di 19’ê hezîrana 2018’an de daxuyanî da û piştgirî da malbata Yildiz ku qetlîamê pêk anîn û malbata Şenyaşar sûcdar kir.    Fadil Şenyaşar ê ku di qetlîamê de birîndar bûbû û hê jî tedawiya wî didomiya hat girtin. Piştî qetlîamê bi 18 mehan girtiyê vê qetlîamê tenê Fadil Şenyaşar bû. Piştî bi 18 mehan birayê parlamenter Yildiz, Enver Yildiz bi komek 50 parêzvan û xizmên xwe re çû Edliyeya Rihayê û teslîm bû.    Êrişa li dijî malbata Şenyaşar ku ji dikana wan dest pê kir û heta nexweşaneyê dest pê kir wek “li dikanê” û “li nexweşxaneyê” li didoyan hat veqetandin. Fadil Şenyaşar ê ku li kargehê birayê xwe parast di encama darizandina hat kirin de 37 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hat birîn. Li Enver Yildiz jî 18 sal cezayê hefsê hat birîn. Ji bo dosyeya nexweşxaneyê jî biryara veşarî hat dayîn û 4 sal û 4 meh di merhaleya lêpirsînê de hat hiştin.    DOZNAME DI ŞÛNA PARÊZERAN DE TEBLÎXÎ AA’YÊ HAT KIRIN    Bi salan ev dosye bi biryara veşartî hat hiştin. Lê têkildarî vê dosyeyê duh geşedanek qewimî. Dosyeya qetlîma li nexweşxaneyê duh beriya ku ji malbata Şenyaşar û parêzeran re bêr agihandin, serwîsî Ajansa Andolûyê (AA) hat kirin. Doznameya ku bi rêya AA’yê hat serwîskirin, hin pirsên dîrokê jî û hin pirsan ji bi xwe re anî.    Doznameya ku bi rêya AA’yê hat serwîskirin rê li ber veşartîbûna biryarê jî vekir û di doznameya hatiye amadekirin de derbarê 19 kesan de doz hatiye vekirin. Ev dozname ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve hat qebûlkirin.    SÛCÊN DI DOSYEYÊ DE   Her çiqas parêzer bi naveroka dosyeyê nizanibin jî li gorî doznameya ku AA’yê serwîs kiriye, 2 jê girtî derbarê 19 kesan de ji sûcên "kuştina bi qestî”, “alîkariya kuştina bi qestî”, “hewldana kuştina bi qestî”, “zirardayîna malên cemaweriyê”, “binpêkirina destnedayîna kargehê”, “tunekirina delîlên sûc ango veşartin yan jî guhertin”, “derbarê eşyayê di hundirê avahiyê de hildane bin muhafazayê dizîkirin” dozname hat amadekirin.    BERIYA HATINA ERDOGAN DOZNAME HAT AMADEKIRIN    Dihat payîn Serokkomarê AKP’yî Erdogan serdana Rihayê bike lê ji ber kareseta li kana madene ya li navçeya Amasra ya Bartinê qewimî, bernameya xwe betal kir û dê biçe Bartinê. Balkêşe dozname beriya hatina Erdogan a Rihayê hat amadekirin û ji raya giştî re hat serwîskirin.    Malbata Şenyaşar a ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, gelek caran gazî Erdogan û rayedaran kiribû û daxwaza edlatê kiribû.    PIŞTÎ SERDANA BOZDAG GEŞEDAN QEWIMÎN    Malbata Şenyaşar bi Nobeda Edaletê dixwaze Fadil Şenyaşar ê li Xarpêtê girtî ye bê berdan û darizandina adilane pêk were. Lê tevî ku nêzî 600 roj in malbat Nobeda Edaletê digire û daxwaza edaletê dike jî heta niha daxwazên wan bicih nehatiye.    Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag di 17’ê îlonê de li Rihayê hin serdanan pêk anîbû. Balkêşe piştî serdana Bozdag di dosyeya nexweşxaneyê hem dosyeya dikanê de geşedan qewimîn.    FERÎT ŞENYAŞAR: DAXWAZÊN ME HÊ NEHATINE BICIHANÎN    Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re 586 roj in li ber edliyeyê Nobeda Edaletê digire destnîşan kir ku beriya dozname teblîxî wan bê kirin bi rêya AA’yê ku malbata wî hedef nîşan dabû hatiye serwîskirin. Ferît Şenyaşar da zanîn ku heta niha jî tu daxwazên wan bicih nehatiye û li gel ku qetlîam pir eşkere ye jî. Şenyaşar anî ziman ku ev dozname tenê têr nake divê darizandina adilane pêk were. Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku cezayê li birayê wî Fadil Şenyaşar hatiye birîn divê bê xerakirin û heke birayê wî bê malê dê ew jî dawî li nobeda xwe bînin û biçin malê.    MA / Emrullah Acar