Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn 2022-10-15 13:45:02 AMED / ÊLIH - Xizmên Windakiriyan û Şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê aqûbetên Fehmî Tosûn ê di 19’ê cotmeha 1995’an de di bin çavan de hatiye windakirin û Nazim Gulmez ê piştî di 5'ê cotmeha 1994'an de hate binçavkirin agahî jê nehate girtin pirsîn.  Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 714’an a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de careke din hatin bahev. Xizmên windakiriyan ên li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanan Amedê kom bûn, wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Xizmên windayan di vê hefteyê de çîroka Fehmî Tosûn ê ê di 19’ê cotmeha 1995’an de di bin çavan de hatiye windakirin vegot û xwest faîlên wî bên dîtin.    ‘EM Ê DEST J I DAXWAZA EDALETÊ BERNEDIN’   Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Fehmî Tosûn xwend û qala serpêhatiya wî kir. Akdenîz ê bi bîr xist ku bi ser windakirina Fehmî Tosûn a di bin çavan de 27 sal derbas bûn û da zanîn ku têkildarî aqûbeta Fehmî Tosûn lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û wiha got: “Bila demildest têkildarî aqubeta Fehmî Tosûn lêpirsîneke bibandor bê kirin û kesên ji vî sûcî berpirsyar bên cezakirin. Çend sal derbas bibin bila bibin, ji bo Fehmî Tosûn, ji bo hemû windahiyên xwe em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin û dest ji bibîrxistina ku dewlet neçar e di nava pîvanên hiqûqa gerdûnî de tevbigere bernedin.”   ÊLIH   Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê di hefteya 550 ya çalakiya xwe de ji bo aqubeta Nazim Gulmez ê di 5’ê cotmeha 1994’an de ji gundê Taşitli yê girêdayî navçeya Xozata Dêrsimê hate binçavikrin û pişt re tu agahî jê nehatin girtin bipirsin hatin gelhev. Xizmên windakiriyan ên li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan hatin gelhev, wêneyên kesên hatine windakirin hilgirtin.    ‘GOREKE WÎ JÎ NÎNE’   Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Abdûrrezzak Katmaz, çîroka Gulmez ê winda xwend. Katmaz, piştî çîroka Gulmez xwend, diyar kir ku malbata Gulmez bi rêyên hiqûqa navîn tu encam negirtin û wiha got: “Malbatê bi rêya parêzeran di 26’ê adara 2016’an de doz veguhest Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME’yê bi hinceta li gorî dema 6 mehan nehatiye tevgerandin serlêdan qebûl nekir. Malbata ku jib er goreke Nazim Gulmez nîne mirina wî qebûl nake, dixwaza faîl li pêş edaletê hesabê bidin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.