‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’ 2022-10-15 14:23:57 MÊRSÎN - Hewldana 78’an a Mêrsînê diyar ki ku Girtîgeha Tîpa E ya Amedê sembola berxwedanê ye û xwest ku girtîgeh bibe muze.    Hewldana 78’an a Mêrsînê, têkildarî Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li avahiya komeleya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Berdevkê hewldana 78’an Îbrahîm Bîlen, diyar kir ku Girtîgeha Amedê ku bi pêkanînên îşkence û mûameleya nebaş tê zanîn di 3 rojan de ji nişka ve hate valakirin.    Bîlen, da zanîn ku weke Hewldana 78’an di navbera salên 2013 û 2015’an de ji bo Girtîgeha Amedê bibe muze 100 hezar îmze bi daxwaznameyekê pêşkeşî meclise kirine û wiha got: “Serokê Meclisê, Wezareta Dadê û partiyên siyasî yên wê serdemê daxwaza me ya muzeya mafên mirovan bi awayekî têgihiştî pêşwazî kirin û gotin derbarê vê mijarê de wê xebatên pêwîst bikin. Mixabin sozên piştî pêvajoya çareseriyê sozên hatin dayîn nehatin bicihanîn. Girtîgeha Amedê ku ji bo kurdan girîng e, sembola berxwedanê ye. Navendeke bîranînê ya zindî ku Mazlûm, Kemal û Hayrî bi berxwedana dîrokî ya kesayetên şoreşger ên dîrokî yên jiyana xwe ji dest dan re dîroka zindanê veguherandin berxwedana jiyaneke bi rûmet. Em weke Hewldana 78’an ku hemû pêkanînên îşkence û barbariyê yên wê serdemê jiyane, daxwaz dikin ku Girtîgeha Amedê bibe muze.”