Şandeya HDP’ê diçe Bartinê 2022-10-15 14:40:53   ENQERE - Şandeyek HDP’ê diçe cihê karesata kana komirê ya li Bartinê û dê serdana malbatên miriyan û birîndar bike û lêkolînan bike.    Li kana madenê ya navçeya Amasrayê ya Bartinê karesat pêk hat û 40 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dan. Şandeyek HDP’ê ku ji Cîgirên Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Desteya Rêveberiya Navendî pêk tên ji Enqere û Stenbolê ber bi Amasrayê ve ketin rê.    Di şandeya HDP'ê de Cîgirên Hevserokên Giştî Şaziye Kose û Ridvan Turan û endamê Meclisa Partiyê (PM) Huseyîn Taka û Endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Zekî Tonbak pêk tê. Hevserok Turan û endamê PM’ê Huseyîn Taka ji Enqereyê, Cîgira Hevserokan Şaziye Kose û Zekî Tonbak jî ji Stenbolê ber bi Bartinê ve bi rê ketin.   Şande dê li cihê karesat qewimî ye lêkolînan bikin û serdana malbatên miriyan û birîndaran bikin.