Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin 2022-10-15 14:54:49   AMED - Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk ê li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê hatibû kuştin, hat kirin.    Suphan Çabûk ê li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê ya Tîpa L’yê dihat ragirtin, di 12’ê cotmehê de hatibû qetilkirin. Cenazeyê Çabûk li nacçeya Pasûra Amedê hat veşartin û şîna wî li Pasûrê ye.    Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amed û Elîhê de  rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), navend û navçeyên HDP û DBP’ê yên Pasûr, Farqîn, Bismil, Çinar, Peyas, Sûr, Rezan, Yenîşehîr, Hezro, Hênê, rêxistina HDP’ê ya  Êlîhê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê û Êlihê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’an û gelek welatî bi girseyî serdana şîna Çabûk kirin.   Di şînê de deqîqeyek rêz hat girtin û dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.    Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûz Karadag axaftinek kurt kir û wiha got: “Em bejna xwe li ber şehîdên xwe yên zindanê ditewînin. Tecrîd her çiqas li ser Îmraliyê zêde dibe li ser hemû zindanan û li ser gelê kurde jî zêde dibe û belav dibe. Divê ku em li girtiyên xwe xwedî derkevin ku ev zilma li ser girtîgehê bi dawî bibe. Nêzî salekê ye ji bo edaletê malbatên girtiyan nobeda edaletê digirin. Divê di serî de malbatên girtiyan û hemû gel piştgiriyê bide malbatên di çalakiyê de ne. Girtiyên cezayê wan qediyaye nayên berdan. ATK raporê nade girtiyên nexweş. Em vê qebûl nakin, divê demildest girtiyên nexweş bên berdan.”