Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin 2022-10-15 15:30:18   AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn ê di civîna “Girtîgeh û pêvajoyên darazê” ya ji aliyê Navenda Giştî ya ÎHD’ê ve hate lidarxistin de axivî, diyar kir ku binpêkirinên mafan dê ne bi “Plana Çalakiyan a Mafên Mirovan” dê bi têkoşîna di vê qadê de tê dayîn bi dawî bibe.    Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi tevlibûna rêxistinên sivîl ên civakî ya li Amedê bi mijara “Girtîgeh û pêvajoyên darazê” li otelekê civîn li dar xist. Odeya Bijîşkan a Amedê , Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) beşdarî civînê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdûllah Zeytûn ê beriya nîqaşan di civînê de axivî, diyar kir ku bi nîqaşa hevpar a ku dê di civînê de bê kirin dê rê û rêbazên nû yên di mijara mafê mirovan de bên nîqaşkirin û ew dê li ser bilindkirina qada têkoşînê biaxivin.   Zeytûn, diyar kir ku xebitandina mekanîzmayên tenduristiyê û dadgeriyê, bi taybetî binpêkirina mafan a li girtîgehan wê di nava mijarên ku wê di hevdîtinê de bên nirxandin û “Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan” a ji aliyê Wezareta Edaletê ve di adara 2021'an de hat ragihandin bi bîr xist û got: “Tirkiye ji aliyê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) ve welatekî di bin kontrola siyasî de ye. Ev kontrolkirin ji binpêkirinên hatine jiyîn pêk tê. Ji ber vê yekê, bernameya me wê li ser îxlalên ku di nava qada nîqaşê de ne be.”    DI 10 MEHAN DE 63 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DA   Zeytûn, anî ziman ku li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê di sala 2022’yan de di nava 10 mehan de herî kêm 63 girtiyan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku gelek girtiyên ku di girtîgehan de bi binpêkirina mafan re rûbirû dimînin hene. Zeytûn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev dane nîşan didin ku Plana Çalakiyan a Mafên Mirovan çiqas têre nekiriye. Em dibin şahidê zêdebûna binpêkirinên mafan ên piştî vê planê jî. Bi taybetî li girtîgehan em şahidiyê dikin ku qedexeyên ji ber pandemiyê hatine danîn asayî bûne û veguheriye sîstemekê. Bi taybetî ligel girtîgehên ewlehiya bilind ên nû hatine çêkirin, rewşa tecrîdê berdewam dike.”   ‘BI TÊKOŞÎNÊ PIRSGIRÊK ÇARESER DIBIN’   Zeytûn, bi lêv kir ku “Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan” pêşniyar û sozeke ku paşguh bikine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em vê rastiyê dibînin ku li şûna çareserkirina pirsgirêkan, berovajî wê destwerdana li azadiya raman û îfadeyê, îşkence û muameleya nebaş heye û mirov ji aliyê sazî û rêxistinan ve tên mexdûrkirin. Ji ber vê yekê; ez dixwazim diyar bikim ku ev pêkanînên li Tirkiyeyê encax bi têkoşîna mafên mirovan bên guhertin û veguhertin.”   Civîna ku piştî vê daxuyaniyê dest pê kir, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.